ÛNICEF: Ji ber şewbê dibe ku 10 milyon zarok werin zewicandin

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNICEF) diyar kir ku ji ber faktorên Covîd-19’ê dibe ku 10 milyon zarok werin zewicandin.

ÛNICEF’ê di daxuyaniya xwe ya 8’ê Adarê de diyar kir ku ji ber koronavîrusê dibe ku heta sala 2030’an 10 milyon zarok werin zewicandin. Hate diyarkirin ku li ser 100 milyon zarokên keç jî rîska zewicandinê heye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber girtina dibistanan, xerabbûna şertên ekonomîk, sekinandina xizmetên raya giştî û mirina dê û bavan dibe ku zarokên biniya 18 salî werin zewicandin.

Zewicandina zarokan di deh salên dawîn de ji sedî 25 kêm bûbû ango pêşiya zewicandina 25 milyon zarokan hate girtin.

Dîrektora Pêkanînê ya ÛNICEF’ê Henrîetta Fore got ku, “Ji bo sînordarkirina encamên şewbê yên li ser zarokên keç û malbatan divê em tevdîran bistînin.” Fore diyar kir ku bi vekirina dibistanan, mîsogerkirina xizmetên tendirustî û civakî, bi polîtîka û qanûn rast dikarin rê li ber zewicandina zarokên keç were girtin.

Li gorî ÛNICEF’ê li temamî dinyayê 650 milyon zarokên keç û jin beriya ku têkevin 18 saliya xwe hatin zewicandin. Nîvê vê zewaca zarokan jî herî zêde li Bangladeş, Brezîlya, Etîyopya, Hindistan û Nîjeryayê hate kirin.

Li gorî daneyên UNICEF’ê yên sala 2020’an rêjeya zarokên keç ên biniya 10 salî û bi darê zorê hatine zewicandin li Nîjeryayê bûye jş sedî 76 û li Komara Kongoyê ya Demokratîk jî bûye ji sedî 68.