Şervanên YPJ’ê: Em ê bi ruhê Newrozê serbikevin

Şervanên YPJ û YPG’ê li bajarê Hesekê Newroz pîroz kirin. Şervanan gotin ku hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hebûna wan e; ji ber vê jî wan Newroz bi taybetî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Li seranserê Kurdistanê û cîhanê, Kurdistanî cejna Newrozê pîroz dikin. Li Bakur-Rojhilatê Sûrî jî pîrozbahiyeke cejna berxwedanê, ji aliye şervanên YPJ-YPG’ê ve hate lidarxistin. Şervanan bi kelecan û coşeke mezin amadekariyê pîrozbahiyê kiribûn. Şervanan bi stran, govend, şano û bi pêxistina agirê Newrozê govend gerandin.

Ji şervanên YPJ’ê Ozgur Jiyan di derbarê wate û girîngiya rojê de ji ajansa me ANF’ê re wiha axifî: “Newroz roja serî hildana li hemberî zilm û zordariyê ye. Ji ber vê yeke jî , ji bo me roja 21’ê Adarê, rojeke pîroz e. Em jî ruhê berxwedanê cardin zindî dikin. Em ê vî ruhî bilind bikin û bigihijînin tevahî cîhanê. Roja Newrozê, serhildanê bi bîr dixînê, bi taybet jî weke gelê Kurd ev roj nîşaneya dîroka me ya berxwedêr e.”

‘EM Ê BI RIHÊ SERKEFTINÊ NEWROZÊ PÎROZ BIKIN’

Şervana YPJ’ê Melsa Awaz jî got,“Dîroka Gelê Kurd a berxwedanê îro cardin xwe dubarê dike. Gelê Kurd li hemberî pergala faşîst di nava serhildanan de ye. Bi bilindkirina dengê azadiyê cardin hemû pergalên desthilatdar têk diçin. Li çar aliyên Kurdistanê berxwedane, ji deştê bigire heta çiyayên Kurdistanê hemû qad bûne qadên tekoşînê. Em jî bi vê kelecanê Newrozê pîroz dikin. Her çiqasî êrîşên dijmin hebin jî, em cardin bi ruhê serkeftinê Newrozê pîroz dikin. Çiqas êrîş hebin jî tu dijmin nikare, nasnameya Kurdan tune bike û eşqa azadiyê ji dilê me derbixîne. Em weke şervanên YPJ’ê bi taybet dibêjin, pêwîste herkes ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin. Bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê bi keda Rêber Apo em vê rojê pîroz dikin, hebûna Rêber Apo hebûn me ye. Ji ber vê jî em vê rojê bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin.”