Şervana enternasyonalîst Scheîderbanger hate bîranîn

Şervana enternasyonalîst Ûta Scheîderbanger ê di 31’ê Gulana 2015’an li Herêmê Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bibû, li bajarê Mulheîmê li ser gora xwe hate bîranîn.

Di 13’emîn salvegera şehîdbûna Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) û aktivîsta Tevgera Jina Azad a Kurdistanê Ûta Scheîderbanger li Mulheîm an der Ruhrê li ser gora Ûta merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Şervana enternasyonalîst Ûta Scheîderbanger li ser gora xwe hate bîranîn. Li ser gora ku wêneyê şehîd Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) û Scheîderbanger hate xemilandin, li ser navê Navenda Jinên Ûtamara, Enstutiya Kurd, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) û nûnerên akademiya çandê axaftin hatin kirin.

Li gel Dayîka Ûta Scheîderbanger, bav û birayên wê nêzî 50 kes tevlî bîranînê bûn.