Şehîd Mîtra jiyaneke ji berxwedanê li pey xwe hişt...
Gerîla Mîtra Manî ku 6'ê Cotmeha 2024'an li herêma Xakurkê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, jiyaneke ji berxwedanê û stranên azadiyê li pey xwe hişt.
Gerîla Mîtra Manî ku 6'ê Cotmeha 2024'an li herêma Xakurkê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, jiyaneke ji berxwedanê û stranên azadiyê li pey xwe hişt.
Zarokên gelê Kurd li welatê xwe yê dagirkirî bi êşên giran mezin bûn û timî xwestin Kurdistan rojekê azad bibe. Ji ber vê yekê ji her bajarî gav bi gav berê xwe dan Rêber Apo û bûn milîtanên doza gelê kurd. Rûkeniya wan bû kulîlk li ser rûyê wan, dengê wan bû awazê azadiyê, vî dengî li her devera cîhanê deng veda, bû dengê dilxwazên azadiyê û jinên dîlgirtî. Rûkenî û axaftina wan mirov kir heyranê xwe. Hevala Mîtra Manî (Zeynep Aslan) jî yek ji van gerîlayan bû; dema yekî carekê didît dibû heyranê wê. Ew xwedî sekna jinên Botanê bû, ev sekna xwe jî bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo temam dikir.
Li Cizîra Botan ku navenda berxwedanê ye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi çîrokên berxwedanê yên gelê xwe mezin bû. Eger zarokek dema ji dayik bû destpêkê bi êşa gelê xwe hesiya, paşeroja xwe jî bi vî rengî hîn di roja destpêkê de diyar bû. Hîn zarok bû, tovên berxwedanê di dilê wê de şîn bûn. Dema ku bû jineke ciwan bangên berxwedanê yên dema zarokatiyê ew ti carî neterikand. Ji ber vê yekê li her kolaneke Cizîrê şahidî ji berxwedan û êşa gelê xwe re kir. Di her gavê de qîrîna dayikan, dengê berxwedanê û dengê bi hezaran Bêrîvanan bihîst. Ev deng ji xwe re kir esas û kete nava lêgerînê. Ev yek jî bû sedem ku berê xwe bide Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Lewma dibistanên faşîzmê terikand û di temenê ciwantiyê de tevlî nava doza gelê xwe bû.
Zeynep Aslan ku bi rengekî çalak beşdarî karên ciwanan bû, di ciwantiya xwe de bi gelek berpirsyarî rabû. Beşdarî nava pêvajoya xwerêveberiyê bû gelek karên girîng bi cih anî. Weke jineke ji Botanê her firsend bi baldarî nirxand û li dijî dijmin têkoşîneke bi bandor meşand. Li gel êrîşên dewleta Tirk ti carî tawîz ji berxwedanê re neda. Bi dilxwaziya xwe êrîşên dijmin têk bir, careke din nîşan da ku ciwanên Kurd ti carî dest ji doza azadiyê bernedaye. Zeynep Aslan zanîbû ku li hemberî jiyana sîstemê jiyana alternatîf tenê li nava refên gerîla ye û di demekê de ku êrîşên giran li ser tevgera azadiyê û gelê Kurd dihate kirin biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe. Di sala 2015'an de berê xwe da çiyê. Bi soza ji bo bîranîna şehîdan gava destpêkê avêt nava gerîla û navê Mîtra Manî li xwe kir.
XETA ZÎLAN Û BÊRÎTAN JI XWE RE KIR ESAS
Gerîla Mîtra Manî ku jineke gelekî jîr û jêhatî bû, zanîbû ku di nava têkoşînê de divê gaveke çawa biavêje. Di her gava xurt de hîn bêhtir nêzî armanca xwe bû. Piştî perwerdeya şervanên nû xwest bi rengekî çalak tevlî şer bibe û bibe gerîlayeke wêrek, encamgir û şervaneke xurt. Ji aliyê leşkerî ve xwest xwe bi pêş ve bibe û beşdarî nava perwerdeya pisporiyê bû. Weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza piştî ku perwerdeya xwe temam kir, ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne xwe ji bo qadên ji êrîşên giran ên dijmin pêşniyar kir.
Hevala Mîtra ji bo xwe bigihîne armancên xwe hemû astengî ji pêşiya xwe rakir û bû şervaneke jin a pêşeng a têkoşîna azadiyê. Hevrê Mîtra gerîlayeke piralî bû. Hem hunermend hem jî şervan bû. Bi qasî stranên xwe bi hunera xwe ya şer jî sekneke estetîk nîşan dida. Mîna ava paqij a Dîcleyê, mîna Çiyayê Cûdî yê saf û bi heybet xurt bû. Bi stranên xwe dengê çiyê digihand Rêber Apo û hevrêyên xwe. Mîtra Botanî di nava jiyana xwe de bû nûnereke xeta Zîlan û Bêrîtan. Bi axaftin, sekn, têkoşîna xwe re hêvî da derdor û hevrêyên xwe.
Di 6'ê Cotmeha 2024'an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dewleta Tirk de li gel hevrêya xwe Ekîn Dilda (Zelîha Mahçûp) şehîd bû. Şehîd Mîtra ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî, jiyaneke ji berxwedanê û awazên azadiyê li pey xwe hişt.