Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) wiha ye:
“Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava komkujî pêk tîne. Li ber çavê hemû cîhanê gelê me yê sivîl, jin, ciwan û şervanên ku ji bo xaka xwe şer dikin bi balafirên şer, balafirên bê mirov û çekên giran hedef digirin û qetil dikin. Bi dijminatî êrîşî axa ku gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen û Ermenî bi hev re dijîn dike, bi eşkere û bê dudilî sûcên şer dike, bi taybetî li Tişrîn, Qereqozax, Girê Spî ,Tîl Temir û Kobanê vê yekê dike. Di demên dawî de karwan û ambûlansên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe li ber xwe didin û gelê sivîl ên li Tişrînê li ber xwe didin dike hedef. Bi dehan mirovên me hatin qetilkirin. Duh û îro gelê me li ber çavê hemû raya giştî bi awayekî pir hovane û bê perwa hedef tê girtin û qetilkirin. Em şehîdên xwe bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re şifayê dixwazin. Şehîd banga berxwedanê ne.
Dema axaftin, ravekirin an bangewaziyê derbas bûye. Dem dema berxwedan û çalakiyên di asta herî jor de ye. Êdî dem hatiye ku hemû gelê me bi taybet jin bi ruhê 6-8’ê Cotmehê bi tevahî û bê teredut li ber xwe bidin, li Bakur, Başur, Rojava û li derveyî welat bi ruhê serhildanê rabin ser piyan.
Dewleta faşîst a Tirk dijminatiya Kurdan dike û li dijî hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd şerekî vekirî îlan kiriye. Em bang li hemû gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku biherikin Tişrînê û gelê xwe yê li Bakur jî bang dikin ku her cih û war bi taybet sînoran veguherînin qadên berxwedanê. Îro roja xwedîderketina Rojava û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Roj roja berxwedana jin û ciwan e. Dibe ku sibe dereng be.
Em bang li raya giştî û dostên hestiyar dikin ku beşdarî vê berxwedanê bibin.”