Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku 8'ê Kanûna 2024'an rejîma Sûriyeyê hilweşand, bi ferzkirinan Îslam a radîkal a li ser gelan dest bi polîtîkayên qirkirinê kir. Nêzîkatiya HTŞ'ê ya li gelan û hewldana desteserkirina mafên jinan ji aliyê Nûnera Şamê ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Rend Abdullah ve ji ANF'ê re hate nirxandin.
'HTŞ HEWL DIDE KONTROLEKE ÎDEOLOJÎK PÊK BÎNE'
Rend Abdullah rejîma Baas û rêveberiya HTŞ'ê da ber hev û got, "Rejîma Baas û rêveberiya HTŞ'ê li gel cudahiya modelên xwe yên rêveberiyê jî di pratîka otorîter de dişibin hev. HTŞ hewl dide feraseta Îslam a radîkal bi zorê li ser civakê ferz bike, rejîma Baasê jî bi feraseta rêveberiyeke laîk hewl dida dewletê dewam bike. Lê belê ev rêveberiya laîk veguherî rêveberiyeke dîktatoriyê.
Rejîma Baasê di nava atmosfereke welê de ku diviyabû dewlet li dora avaniyeke sekuler tevbigere, bi zextên siyasî û tundiya li dijî muxalefetê hêza xwe dewam kir. Li aliyê din HTŞ şêweyekî rêveberiyê yê ku hiqûqa şerîatê ji xwe re dike esas, ferz dike. Bi vî rengî hewl dide li ser civakê kontroleke îdeolojîk pêk bîne. HTŞ ku îdeolojiya Îslamî ya radîkal dipejirîne, muxalefetê qebûl nake, li hemberî fikrên li derveyî nêrîna xwe tedbîrên tund werdigire."
'HEWL DIDIN NERAZÎBÛN GEL BIDIN PÊŞ'
Rend Abdullah anî ziman ku kiryar û nêzîkatiyên HTŞ û rejîma Baas ên li hemberî mafên jinan dişibin hev û got, "Bûyerên ku diqewimin, polîtîka di nava bajaran de cuda jî bin, ji aliyê dînamîkên bingehîn ve gelekî dişibin hev. Li her bajarî rêbazên cuda yên rêveberiyê diceribînin û hewl didin nerazîbûna gel bipîvin ku ev yek nîşaneya vê rewşê ye. Di vê demê de hin daxuyaniyên erênî hatin dayin ku bandora van daxuyaniyan il ser civakê balkêş bû.
'FERASETA ÎSLAMÊ YA RADÎKAL LI SER CIVAKÊ TÊ FERZKIRIN'
Polîtîkayên têne meşandin û daxuyaniyên têne kirin hev nagirin, nakok in. Raporên cuda radixin pêş çavan ku mafên jinan têne astengkirin û feraseta Îslam a radîkal li ser civakê tê ferzkirin. Lê belê bi avêtina hin gavên biçûk re hewl didin van bûyerên neyînî binixumînin û bixapînin. Haya me ji van polîtîkayan heye. Nêzîkatiyeke ku azadiya mirovan desteser kir û bi bûyerên biçûk vê rewşê ji nedîtî ve tê, heta niha serwer bû."
'BICIHANÎNA MAFÊN JINAN WÊ AZADIYÊ BIGIHÎNE NAVA CIVAKÊ'
Rend Abdullah bal kişand ser girîngiya rola jinan a di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de û got, "Di her xala destûra bingehîn de divê azadiya jin û mêr hebe. Mafên siyasî, aborî û civakî yên jinan divê bêne parastin û ewlekirin. Li gel vê yekê gelekî girîng e ku jin xwedî wî mafî bin ku destûra xwe ya bingehîn bi xwe binivîsînin. Destûreke bingehîn a ku mafên jinan ji xwe re dike esas wê tevkariyê li parastina mafên giştî û ewlekirina mafan bike. Tinehesibandina mafên jinan ne tenê binpêkirina mafên şexsî ıye, di heman demê de binpêkirina mafên gelan e. Jin parçeyekî jiyanê ne ku jê nayê veqetandin; mafê xwe yê herî xwezayî ye ku karibin jiyaneke wekhev û demokratîk bijîn."
'TÊKOŞÎN BI RÊXISTINIYÊ XURT DIBE'
Rend Abdullah diyar kir ku pêwîstiya jinên Sûriyeyî bi rêxistiniyê heye û got, "Ji sala 2011'an û vir ve rêxistiniya jinan di asteke girîng de xurt bûye, lê belê ev ast têrê nake. Kesayetên ku li dora destketiyên jinan neciviyane û rêxistiniya xwe xurt nekirine li hemberî zext û fezkirina Îslam a radîkal wê nikaribin têkoşîneke xurt bimeşînin. Eger rêxistiniya jinan xurt be û jin hemû li dora armancekê bigihêjin hev, nexşerêya xwe diyar bikin, ti pirsgirêk nîne ku nikaribin çareser bikin Di navenda jinan de armanca avakirina jiyaneke wekkhev, demokratîk û aştiyane heye. Ji bo pêkanîna vê vîzyonê divê jin li dora hev bibin yek, bi hev re tevbigerin. Jinên ku di nava yekîtî û piştevaniyê de tevgeriyan wê karibin zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe rakin."