Şandeya KNK’ê çû serdana RJAK’ê

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Silêmaniyê serdana Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) kir.

Li Herêma Kurdistanê hevdîtinên şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ji bo yekîtiyê û helwestek hevpar a li dijî dagirkeiryê berdewam dike.

Di çarçoveya van hevdîtinan de li Silêmaniyê Şandeya KNK’ê serdana Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) kir. Di hevdîtinê de mijarên di rojevê de ne nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de dagirkeriya delweta Tirk, rola jinan a di pêşîgirtina dagirkeriyê de û hewldanên li dijî şerê Kurd bi Kurd nîqaş kirin.

Her wiha di hevdîtinê de qala  lidarxistina kongreyek jinan a li ser asta her çar parçeyê Kurdistanê hate kirin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) piştgirî da KNK’ê û pêşniyar kir ku kongreya neteweyî ya jinan were lidarxistin.