Şampiyona kişikê ya Hindistanê ji ber melesê Îran boykot kir

Jina bi navê Sûmya Swamînathan a ku şampiyona kişikê ya Hindistanê ye, mecbûriya melesê ya li Îranê protesto kir û neçû Îranê.

Şampiyona kişikê Sûmya Swamînathan ji bo ku tevlî tûrnûwayên Asyayê bibe divê biçûya Îranê. Swamînathan biryar da ku neçe Îranê. Endama tîma neteweyî ya Hindistanê Swamînathan di 13’ê Hezîranê de daxuyanî da û ragihand ku ew ê tevlî Şampiyonaya Kişikê ya Asyayê nebe ya ku li bajarê Hamedanê tê lidarxistin.

Şampiyona kişikê li ser hesabê xwe yê facebookê got ku, “Ez ne mecbûr im melesê bidim serê xwe. Li gorî min zagona melesê ya mecbûrî tê wateya binpêkirina azadiya îfade, fikr, raman û dîn û wijdan. Di van şertan de tekane rêya ku ez mafê xwe biparêzim ev e ku divê ez neçim Îranê. Di sporê de cihê zagona cil û bergên mecbûrî yên olî tune.”

Di sala 2017’an de jî Îrîna Krûsh a ji DYA’yê û Mariya Mûzycûka ji Ûkraynayê şampiyonaya kişikê ya Îranê boykot kiribû. Di sala 2016’an de jî Nazî Paîkîdze ya Amerîkan nexwestibû ku biçe Amerîkayê.