Komeke jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî rewşa siyasî ya heyî ya li Sûriyeyê û pêşeroja gelê Kurd daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li Navenda Şawîşka ya li bajarê Qamişloyê hate dayîn û jinên Kurd ên ku di warên siyasî, civakî û dîplomatîk de bi awayekî aktîf cih digirin, beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê endamên Komîteya Amadekariyê ya Înîsiyatîfê Necla Temo û Nalîn Esed ve bi Kurdî û Erebî hate dayîn û hate ragihandin ku wan bi navê ‘Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Rojava’ înîsiyatîfeke nû ava kiriye.
Jinan sedema avakirina înîsiyatîfê, nirxên bingehîn, rêgez û hedefên karkirinê bi raya giştî re parve kirin û bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku nirxên xwe yên neteweyî û nasnameya xwe biparêzin. Herweha jinan diyar kir ku divê jin di avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirçandî, wekhevîparêz û azadîxwaz de roleke aktîf bilîzin.
Endamên komîteyê bang li hemû jinên Kurd kirin ku beşdarî xebatên ‘Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Rojava’ bibin.