Berxwedêrên Tişrînê bi coş hatin pêşwazîkirin

Karwana xwepêşandêrên ji Bendava Tişrînê vegeriyan, bi coş hate pêşwazîkirin.

Piştî ku duh gelê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîşt Bendava Berxwedanê, gelê kantona Cizîrê yê ku li bendavê bû vê sibehê di Reqayê re derbas bû û gihîşt kantona Cizîrê.

Şêniyên bajarên kantona Cizîrê bi dirûşmên silavkirina berxwedana wan û berxwedana QSDˋê xwepêşandêrên vedigerin pêşwazî kirin.

Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ˋê Çileyê ve, ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya êrîşên dagirkeran, li bendavê ne.