BI DÎMEN

'Nav Tişrîn e, ruh Kobanê ye'

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku ruhê berxwedana Kobanê li Tişrînê ye û gotin, "Ew berxwedana ku DAÎŞ têk bir, wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî têk bibe."

Xelkê Kobanê li ser berxwedana li Bendava Tişrînê ji ANF'ê re axivîn. Nedîm Derwêş ê ji gundê Minazê yê Kobanê anî ziman ku çawa wan DAÎŞ têk birin, wê bi ruhê berxwedana Kobanê, dewleta Tirk a dagirker têk bibin û wiha axivî: "Di 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser Kobanê. Şervanên me berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Di encamê vê berxwedanê de çeteyên DAÎŞ'ê têk çûn. Vê carê jî dewleta Tirk a dagirker raste rast êrîş dike. Ew jî li Tişrîn û Qereqozaxê li bin ket. Gelê me bi îradeyeke xurt û biryardariyeke bêhempa li ber xwe dide. Gelê me li ser bendavê rastî êrîşan tê. Erdogan behsa terorê dike. Rast e, terorîstê herî mezin ew bi xwe ye. Em serketin e. Xuyaye serketina me hezm nakin. Êdî dem hatiye ku em serkeftinê mayînde bikin."

Cîhan Bozan ku ji Kobaniyê ye, wiha qala berxwedana heyî kir: "Em li gel hêza xwe ne. Me çawa Kobanê rizgar kir û DAÎŞ têk bir, em ê dubare herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û dagirkeriyê ji holê rakin. Lewre ev berxwedana Kobanê ye, ew ruh e. Dibe ku navê wê Tişrîn be, lê ruhê wê berxwedana Kobanê ye."