NY: Li Somaliyê hewcedariya 6 milyon kesî bi alikariyê heye
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Somaliyê dê di sala 2025’an de hewcedariya 6 milyon kesî bi alîkariya mirovî çêbibe.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Somaliyê dê di sala 2025’an de hewcedariya 6 milyon kesî bi alîkariya mirovî çêbibe.
Li gorî plana alîkariya mirovî ya NY’ê, li gel 3,5 milyon kesên ji cih û warên xwe bûne, bi tevahî 5,98 milyon kes hewceyî alîkariya mirovî ne. Lê belê kêmbûna fînansmanê nîşan dide ku dê bi tenê ji beşeke kesên hewcedar re alikarî werin kirin.
NY’ê girêdayî vê yekê ji bo ku alikariya 4,6 milyon kesên ku rewşa wan gelekî xirab e bike, banga alikariya 1,43 milyar dolarî kir.
Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku li welêt 4,4 milyon kes bi awayekî cidî bi pirsgirêka bêewlehiya xurekan re rû bi rû ye. Li Somaliyê pirsgirêkên weke şer û pevçûn, xizanî, jicihêxwebûnê, karesatên xwezayî û nexweşiyên şewbê gelekî rû didin.
Tevî ku hê jî bandorên xirab ên hişkahiya di navbera salên 2020-2023’yan de û lehiyên di navbera salên 2023-2024’an de xwe nîşan didin jî, welat bi metirsiyeke nû ya hişkahiyê re rû bi rû ye.
NY’ê ji bo çareserkirina rewşa Somaliyê ya aloz û alikariyên mirovî bang li xêrxwazên navneteweyî kir.