Di roja 3’yemîn a Meşa Dirêj de ku di çarçoveya “Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” di 21’ê Çileyê de hate destpêkirin, li bajarê Nantesê li gel hevdîtinên dîplomatîk dewam kir.
Şandeya Dîplomasiyê, bi nûnerê Partiya Komunîst a Nantesê Pedro Maia û şêwirmendê wî Clement Chebanier re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtinê 45 deqîqeyan dewam kir.
Cûma Tak, Saniye Tûnç û Îsmaîl Aydin ku di şandeyê de cih digirin, dan zanîn ku Rêber Apo ev 26 sal in bi awayekî derqanûnî li Girtîgeha Îmraliyê rehîn tê girtin û diyar kirin ku ev pergal ‘’polîtîkayeke qirkirinê ye.’’ Şandeyê ragihand ku polîtîkayên li Îmraliyê li dijî gelê Kurd û gelên cîhanê yên bindest in.
Her wiha şandeyê destnîşan kir ku fikrên Rêber Apo bingeha Şoreşa Rojava ava kirine û gotin ku mîmarê pergala li Rojava ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire Rêber Apo ye.
Şandeyê daxuyand ku armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava tasfiyekirina vê pergalê ye û diyar kirin ku “Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” û modela jiyana azad a li Rojava girêdayî hev in.
Şandeya Dîplomasiyê destnîşan kir ku wan di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî li dar xistine û bang li Partiya Komunîst a Fransayê kirin ku piştgiriyê bide vê têkoşînê û berê xwe bide pergala modernîteya demokratîk a li Rojava û li dijî kapîtalîzmê têkoşîneke hevpar bidin meşandin.
Şandeyê bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û diyar kir ku azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo rizgariya gelên li Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest ên cîhanê gelekî girîng e.
Rayedarên Partiya Komunîst a Fransayê anîn ziman ku wan bi baldarî guhdariya şandeyê kirine û destnişan kirin ku ew pêvajoyê dişopînin û dan zanîn ku ew ê di pêşerojê de têkiliyên xurttir ava bikin û piştgiriyê bidin.
Meşa Dirêj, li gel xebatên dîplomasiyê û lidarxistina çalakiyan berdewam dike.