Meşa Dirêj li Nantesê dewam kir
Di roja 3’emîn a Meşa Dirêj de ku di 21’ê Çileyê de li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, li bajarê Nantes ê Fransayê dewam kir.
Di roja 3’emîn a Meşa Dirêj de ku di 21’ê Çileyê de li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, li bajarê Nantes ê Fransayê dewam kir.
Çalakvanan li Qada Nantes Place Commerce daxuyaniya çapemeniyê dan.
Çalakvanan destnîşankirin ku çalakî di çarçoveya “Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” hatiye lidaraxistin û diyarkirin ku wê 26 bajarên Fransayê bigerin û xebatên dîplomatîk, civînên gel, serdanên malan û çalakiyên cuda li dar bixin.
Di çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo Meşa Dirêj a ji bo 26 rojan û meşa mezin û mitînga ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin, hat kirin.
Çalakvanan ji aliyê Kurdistanî û gelên li Fransayê dijîn ve rastî eleqeyekî mezin hatin û piştî daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşê kirin.
Di dema meşê de danezanên ku tecrîda Îmraliyê û pergala qirkirinê vedibêje hatin belavkirin.