Nêrgiz Mihemedî: Îran dixwaze jınên azadîxwaz paşde gav biavêjin

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku dewleta Îranê bi darvekirinan dixwaze jinên azadîxwaz paşde gav biavêjin û tola berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hilîne.

İro girtiya siyasî û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2023’yan Nêrgiz Mihemedî, bi rêya vîdyo tevlî civîna Komîteya Mafên Jinan a Encûmena Pîran a Fransa û Parlementerên Fransayê bû.

Nêrgiz Mihemedî di peyama xwe ya vîdyoyê de eşkere kir ku li girtîgehên Îranê darvekirinên girtiyan zêde bûne û her roj ciwanên Îranê li girtîgehan de tên darvekirin.

Mihmedî da zanîn ku rewşa jinên girtî yên siyasî gelek xirab e û rejîma Îranê hewl dide tola serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji jinan hilîne.

Her wiha diyar kir ku rejîma Îranê dixwaze bi darvekirina Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî jinên azadîxwaz neçarî gav bi şûnde avêtinê bike.

Di dawiyê de jî Nêrgiz Mihemedî daxwaz ji Fransayê kir ku yekem mercê sereke yê her giftûgoyek li gel Îranê de rakirina cezayên darvekirinê be.