Ozen ê ku wesayîta zirxî lê qelibî jî di nav de 11 kes hatin girtin
Li Akdenîzê 11 kesên ku di nava wan de Furkan Ozen ê ku wesayîta zirxî lê qelibî, polîsan êşkence lê kirin û nehat dermankirin ji hêla dadgehê ve hatin girtin.
Li Akdenîzê 11 kesên ku di nava wan de Furkan Ozen ê ku wesayîta zirxî lê qelibî, polîsan êşkence lê kirin û nehat dermankirin ji hêla dadgehê ve hatin girtin.
Li Taxa Yenîpazarê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji bo şermezarkirina desteserkerina Şaredariya Akdenîzê di 21’ê Çileyê de çalakî hat lidarxistin. Polîsên Tirk bi wesayîta zirxî li ciwanê 20 salî Furkan Ozen xistin. Polîsan piştre bi êşkenceyê Ozen binçav kirin. Li şûna Ozen derman bikin wî birin Midûriyeta Polîsan û dozgeriyê biryara veşartî danî ser dosyayê. Ozen piştî karên wî yên li midûriyeta polîsan bi dawî bû sewqî Edliyeya Mêrsînê hat kirin.
Ozen ê ku îfadeya wî li dozgeriyê hat girtin, bi hinceta “Tevî ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye“ bi daxwaza girtinê sewqî 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê hat kirin. Ozen di îfadeya li dozgeriyê de diyar kir ku polîsan wesayîta zirxî lê qelibandiye û bêyî ku wî derman bikin binçav kirine.
Dadgeriyê bi îdiaya ku “Ozen di nav kesên ku di bûyeran de cih girtiye" û “Tevî ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” biryara girtinê da wî şandin girtîgehê.
Hate hînbûn ku dayika Ozen kerr û lal e, bavê wî demeke dirêj jiyana xwe ji dest daye û hê jî der barê bûyerê de serlêdana sûc nekirine.
11 KES GIRTIN
Li aliyê din di çalakiyan de nêzî 50 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê Ozen jî di nav de 11 kes bi îdiaya “tevî ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê. Di bûyeran de Ozen jî di nav de gelek kes birîndar bûn. Her wiha hat hînbûn ku der barê polîsên êşkence kirine de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.
Dorpêça polîsan a li taxên Demîr, Şevket Sumer û Yenî Pazar ên ku li dijî darbeya qeyûman çalakî tên lidarxistin, didome.