Rêveberê Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr hat binçavkirin
Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Lêgerîna polîsan a li kargeh û mala Epozdemîr berdewam dike.
Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Lêgerîna polîsan a li kargeh û mala Epozdemîr berdewam dike.
Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna "propagandaya rêxistinê kirine” de der barê Serokê Baroya Hejmar 1 a Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû û 11 rêvebirên ku di nav wan de endamên lijneya rêveberiyê jî hene doz vekir.
Doza ku der barê Kaboglû û 10 endamên lijneyê de ji bo betalkirina rêveberiya wan hatiye vekirin û her wiha ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê kirine" ji Wezareta Dadê destûrê lêpirsînê hat xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta ku Baroya Stenbolê têkildarî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin li ser hesabê X’ê parvekirin kiriye, der barê Serokê Baroya Stenbolê Kaboglû û endamên lijneya rêveberiyê de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Hat diyarkirin ku lêgerîna polîsan a li kargeh û mala Epozdemîr berdewam dike