Hevpeymaniya 188’an Yasaya Rewşa Kesî şermezar kir
Hevpeymaniya 188’an di daxuyaniya xwe ya hevpar a li Bexdayê de diyar kir ku guhertina Yasaya Rewşa Kesî êrîşek li dijî rêgezên destûra bingehîn e û anîn ziman ku ew ê vê yasayê qebûl nekin.
Hevpeymaniya 188’an di daxuyaniya xwe ya hevpar a li Bexdayê de diyar kir ku guhertina Yasaya Rewşa Kesî êrîşek li dijî rêgezên destûra bingehîn e û anîn ziman ku ew ê vê yasayê qebûl nekin.
Hevpeymaniya 188’an li Bexdayê lidarxistina civîna çapemeniyê, erêkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê û jinan û zarokan ji mafên wan yên sereke bêpar dike bi tundî şermezar kir. Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê ya hejmar 188 ya sala 1959’an di rûniştina 20’ê Çileyê ya Parlamentoya Iraqê kete dengdanê û hat pejirandin.
Hat gotin ku ji bo şermezarkirina yasayê wan danişîna erêkirina yasayê terikandine.
Hevpeymaniya 188’an diyar kir ku wê hin parlementer biryarê bibin Dadgeha Federalî ya Iraqê û wiha got: “Ev sererastkirin eşkere ye ku gefê li mafên her kesê ku parastina jiyaneke medenî, adil û wekhev a gelê Iraqê dike, dixwe. Sererastkirian van yasayan mafên malbat, jin û zarokan paşguh dike.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirinku pêvajoya erêkirina yasayê derveyî rêgezên demokratîk e û parlamenteran erkên xwe yên destûra bungehîn bi cih neanîn.