Êşkence li girtiya jin hate kirin û ew xistin hucreyê
Li Girtîgeha Kandirayê Garîbe Gezer a ku bi rojan e, di hucreyê de ye, gardiyanan êşkence lê kir.
Li Girtîgeha Kandirayê Garîbe Gezer a ku bi rojan e, di hucreyê de ye, gardiyanan êşkence lê kir.
Garîbe Gezer a ku bi hinceta li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya li Kayseriyê agir bi qawîşa xwe xistiye, sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê hatibû kirin, ligel ku cezayê wê yê hucreyê yê 22 rojan qediyaye jî bi hinceta ku cih tune, hê jî ew ji hucreyê dernexistine. Gezer bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku, ji ber wê nerazîbûn nîşan daye, rêveberiya girtîgehê xwestiye bi wê rûne lê ev tişt red kiriye. Gezer ragihand ku piştre 10 gardiyanan xwestine bi darê zorê wê bibin lê ji ber ku wê li ber xwe daye, êşkence lê hatiye kirin. Gezer ragihand ku ew nikare milê xwe rake û li ser bedena wê birîn çêbûye.
Gezer diyar kir ku girtîgehê dest daniye ser name û daxwaznameyên ku wê ji komeleyên jinan re bişanda û xwest bila heyeteke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) were girtîgehê li vê rewşê bipirsin.