‘Êrîşên dewleta Tirk dewama komployê ne’

Koordînasyona Kongreya Star ên ku di sala 2013 heta 2016’an hatibûn qetilkirin bibîr anî, destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk tê wateya dewama komployê.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiyên Til Eran û Til Hasil ên sala 2013 û komkujiya li bajarê Qamişloyê ya 2016'an bibîr anîn, her wiha êrîşên duh ên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê yên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em Kongreya Star vê salvegera biêş a komkujiyên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagiker di 2013’yan li Til Hasil û Til Eranê û 2016’an de li Qamişlo kirin bibîr tînin. Di encama wan komkujiyan de bi dehan sivîl bûn qurban. Çeteyan û hêzên terorîst fikira demokrasî û mirovî qebûl nekirin, êrîş kirin û hewl da fîtne û tevliheviya ewlehî û aramiyê li herêmê derxin.

Bi berdewama berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tevahî êrîşên siyasî, leşkerî û aborî, her wiha ketina Şoreşa Rojava ya sala xwe ya 10’emîn re ku tevahî hêzên tarîtî yên bi nûnertiya DAÎŞ’ê û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk têk birin, hîna jî ev êrîş berdewam in. Bi wê re duh dewleta Tirk gundên Til Temir û Zirganê; Dirdara, Gozeliyê û Tewîlê bombebaran kirin û gundên herêma Şehba, Şêrawa û Til Rifetê topbaran kirin.

Êrîşên dagirkeriyê bi rasthatina salvegera komkujiyên ku di 2013 û 2016’an de pêk anîn, tê. Ev yek jî nîşaneya berdewama komplo û êrîşên hovane ên li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser e, her wiha nîşaneya tevlîhevî û nakokiyên ku dewleta Tirk dijî.

Em Kongreya Star şehîdên xwe bibîr tînin, tundî êrişên dewleta Tirk û tevahî komên wê ku bajarên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, şermezar dikin.

Em soz didin şehîdên xwe ku li ser rêça wan bişopînin heta hêviyên wan ên jiyana hevbeş, aramî û ewlehî pêk bînin."