Êrîşa li dijî dayikan li gelek bajaran hate protestokirin

Dayikên Aştiyê yên ku li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê di nobetê de bûn, polîsan êrîşî wan kiribû. Ev êrîş li Kurdistan û Tirkiyeyê hate protestokirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li ber avahiya rêxistinê daxuyanî da. Rêveberên rêxistinê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Avahiya HDP'ê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de şîdeta li hemberî dayikên girtî bi tundî hat şermezarkirin. Daxuyanî ji hêla rêveberê bajêr Nesîb Gultekin ve hat xwendin.

Nesîp, di daxuyaniyê de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe çalakiya nobedê li dar dixin. Lê êrîşa polîsan a li hemberî dayikan tu car nayê qebûlkirin. Nêzîkatiyeke dermirovatiyê ye. Raya giştî bi tevahî li hemberî êrîşa polîsan bertek nîşan da. Her wiha bertekên me ne tenê ser medyaya civakî divê li kolanan jî bertek bên nîşandan. Divê em xwedî li dayikan derkevin û greva birçîbûn binîn rojevê."

ÇEWLÎG

Li Çewligê jî, HDP’ê li avahiya partiyê daxuyanî da, parlementerê HDP’ê Erdal Aydemîr û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamên partiyê bi lêxistina çepikan êrîş şermezar kir. Wekîl Aydemîr li vê derê axaftinek kurt kir û got: “Em ê êrîşa li ser dayikên girtiyan, bi kîn û hêrseke mezin şermezar dikin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Bi vê êrîşê hiqûq bin pê kirine. Daxwazên grevên birçîbûnê mafdarin. Divê hikûmet guh bi de van daxwazan.”

BÛRSA

Li Bûrsa jî rêxistina HDP’ê, li avahiya partiyê civîna çepemeniyê li dar xist. Hevseroka Partiya Bajêr Serpîl Yildiz, di civînê de axivî û got: “Êrîş û tacîza bi jop a polîsan a li dijî dayikan dûrî wijdanê mirovahiyê ye. Divê desthilatdariya siyasî berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Lazim e ku qanûnên xwe bi cih bîne. Bila tecrîd rabe, ji girtîgehan agahiya mirinan neyê û pêşiya aştiyê vebe.”

ÎZMÎR

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî daxuyanî da. Hevseroka Bajêr Besriye Tekgur, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em qetilkirina zarokên xwe, tundiya li dijî dayîkên xwe û êrîşan li ser parlementerên xwe şermezar dikin.”

Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) jî, di daxuyaniya da de êrîşa polîsan şermezar kir û banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir.

WAN

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê bi mijara “Ji duh heta îro grevên birçîbûnê û pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê” panel li dar xist. Panel li salonek dawetê pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr a Wanê Okkeş Kawa, parêzerê endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Savaş Avci wek axaftvan beşdarî panelê bûn.

 Parêzerê OHD’î Savaş Avci ewilî di panelê de axivî û da zanîn ku ji ber bêhiqûqiyê grevên birçîbûnê dest pê kir û got: “Bi rêbazên derveyî qanûnan tecrîd pêk tê.”

Hevserokê DBP’a Wanê Okkeş Kawa jî anî ziman ku hevdîtin mafê hemû girtiyan e û got: “Wê têkoşîn bi ser bikeve. Divê tecrîdkirina Ocalan demildest bê rakirin.”

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî tundiya polîsan a li dijî dayikên girtiyan ku duh li Navçeya Gebzeyê rû da şermezar kir û got: “Destên ku dirêjî dayikan bûn dê dawiya wan bîne.” Beştaş anî ziman ku rojeva wan sereke tecrîdkirina Ocalan e û got: “Ji roja AKP’ê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir şûn ve, li dijî gelê kurd faşîzmê birêve dibin. Tişta ku îro em dijîn ne demokrasî ye. Dibe ku girtî ceza girti be, lê maf û hiqûqa girtî heye. Niha tecrîdek girankirî pêk tê. Ev îşkence ye û li dijî qanûn û makeqanûnê ye. Li gorî qanûn û hiqûqa navnetewî tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye.”