Çîrokeke fedakirinê

Min hewl da li ser kekê xwe binivîsînim ku li dijî nebaşiyên mêtingeriyê tişta herî baş, xweş û kêrhatî ji gelê xwe re dixwest.

DIYAR NORŞÎN

Heqîqet zanîna wateyê ye. Zanîna wateyê dîtina cewhera heqiyê ye. Û heqîqet sîtava ramanê ye. Raman jî lêpirsîn e. Ezmûn û têgihîtina her mirovî cûda ye. Di şer û jiyanê de cihê divêtiyê tune ye. Ji ber vê yekê bîranîn çêdibin. Ew bîranîn mirovan mezin dikin. Mirov tenê bi demê re mezin nabe, xwarin û vexwarin, bîranîn jî mirovan mezin dike. Ev bîranîn aîdê yên ku jiyana xwe li dijî xerabiyên mêtingeriyê feda kirine. Yên ku li paş mane tenê bi bilindkirina wan bîranînan dikarin wateyê di cewherê xwe de bibînin. 

Li vir gotin dikeve dewrê. Ji ber ku gotin afirîner, avaker û hilberînerê heqîqetê ye. Yanî gotin mîna kulîlka lotusê di nîvê armancê de dipişkive. Nizanim gotin çawa dikare şoreşgerekî jîr îfade bike. Mirovê biaqil ew e ku başî û xerabiyê, feyde û zirarê, xweşik û nexweşik ji hev cuda bike û hertim tiştê qenc, xweş û bikêrhatî bixwaze. 

Ji ber vê yekê min hewl da ku li ser kekê xwe binivîsim ku li hember xerabiyên mêtingeriyê ji bo gelê xwe çi qencî, xweşik û bikêrhatî dixwest. Wek tê zanîn xwişk û biratî têkiliyeke biyolojîk e ku ji zayînê dest pê dike û heta dawiya jiyanê didome. Bi gotineke din, xwîşk û biratî di jiyana mirovan de têkiliya herî demdirêj e. Ya ku vê girêdanê zindî dihêle welat û gelê me ye ku kekê min ji bo azadiya wê canê xwe feda kir.  

Kurd qewmeke ku avabûn û xwezaya xwe ji çiyayan girtiye. Loma jî ev qewmê qedîm jiyana çiyayî her tim li ser pişta xwe hilgirtiye. Gundê me Marînos bi xwe jî parçeyek ji vê rastiya jiyanê ye. Marînos ê ku gundekî Colemêrgê ye. Min gund û kekê xwe Diyar ji dayika xwe guhdarîkir û mezin bûm. Li gor ku min bihîstiye, gundê me wek weletekî di nav demê de cemidî ye. Bîra civakî li gundê me bi qesr, şikeft, rêzeçiyayan û avahiyên kevnar pir kûr e. Van bîranînên ku min ji diya xwe bihîstin nîşanî min dan ku têkiliya mirov û cih ji hev nayê veqetandin.

Çiyayê Kato Marînos ê ku navê gundê me lê kiriye, yek ji çiyayên yekem ên erdnîgariya Botanê ye ku cara yekem yekîneyên çekdar ên propagandayê yê gerîlatiya Kurd, lê xebitine. Şevekê dema hatin gundê me, kekê min ê wê demê hîn biçûk bû li ser milê gerîlayekî rûniştibû û bi israr digot: "Ez dixwazim bi çekê guleyan biavêjim." Wê demê guleyek ji gerîlayan re zêr bû. Lê nikarin xwe ji înada kekê min rizgar bikin. Paşê demekê wî dixin hembêza xwe û derdikevin derveyî gund. Ev hezkirina kekê min a yekem a gerîlatiyê ye. Dibe ku ev hewl bandorê li ser gerîlayên propagandaya çekdar jî dike û xwesteka gerîlayan wî bi xwe re bibin çêdibe. Lê ew hîn zarokek piçûk e. Û ji ber vê yekê demekê tê paşxistin. 

Lê tovê evînê ketiye dil... Kî û çi dikare evînê bide sekinandin? Min di dema sirgûnê de çavên xwe li jiyanê vekir û tevlî têkoşîna jiyanê ya malbata xwe bûm. Zarokatiya kekê min Diyar piştî ku li Etrûş, Nînowa, Geliyê Qiyametê û gelek wargehên penaberan bi tevlîbûna nava refên gerîlayên Mexmûrê bi dawî bû. Yanî ambargoyên xwarinê, bomberdûman, rê û gelek êşên din dilê zarokan dixe tengasiyê. Tê zanîn ku bi qasî tengasiyan ti rastiyeke din rê nîşan nade. Di sala 2001’an de bi hevrêyê xwe şehîd Serdem re ber bi rastiya evîna xwe ya zaroktiyê ve diçe.  Jixwe, tevlîbûna nava refên PKK'ê tê wateya redkirina koletiya jiyaneke ji rêzê.  Û her destpêkek rastiya herî bingehîn a ku rêgehê diyar dike. 

Li hemberi çekên zilmê, her cure hovîtiyê û mêtingeriya Kurdistanê dest bi şer dike. Diyar Norşîn dibe leşkerê kevneşopiya berxwedana demokratîk a ku di dîrokê de li dijî şaristaniya desthilatdar a dewletparêz bûye hêrseke qedîm… Wê êdî bibe mîna avê. Gava ku av li ser çem diherike, ew her gav şeklê xwe diguhere û xwe diguncîne, kevirên li ser riya xwe didahfîne, latan rast dike, qet nasekine û ti carî ne wekî xwe ye. Çiqas zûtir biherike, ew qas zelal dibe. 

Çîroka çiya û ava di Diyar de zindî dibe. Ew gerîlayekî ku bi salan li çiyayên Zagrosê şer kiriye. Tevî ku di çalakiyekê de bi giranî birîndar bû jî, piştî ku çavên xwe vekir xwest careke din biçe çeperên şer. Dixwest di eniya herî pêş û şer de be. Ji ber ku dema şer dike îksîra azadiyê ferq dike. Û ev serpêhatî wî vediguherîne gerîlayekî bi qasî çiyayên Zagrosê serhildêr be.  

Dema li çiyayên ku jiyan dane gerîlayên Kurd dinêrim her zereyeke wê dibe sir û bîryariyên ji binê erdê ber bi asîman ve bilind dibe tên bîra min. Li min welê tê ku weke ku erd hewl dide xwe bigihîne efsûnê û dia ji nîmetên asîmanan re dike. Kî dizane, dibe ku ezman dixwaze erdê bikişîne ber xwe? Loma jî gelên kevn ji çiyayan re digotin evîna erd û ezmanan. Ji ber ku ev çiyayan ji şerê gerîlayan re dibe jiyan, rûmeta hezkirina welat û gelê xwe dane me. 

Diyar Norşîn li çiyayên Zagros ên serhildêr û asê yên ber bi ezmanan ve bilind dibin, hewl dide her erkên xwe bi rêk û pêk bi cih bîne. Jixwe jiyana wî ew bi jîrkeriyeke afirner pîroz kiribû. Û roj bi roj ew vediguhere navenda enerjiyê. Diyar Norşîn ê ku dema birîndar bû hevalên zêde şansê jiyînê nedidanê, di demeke kurt de xwe di çeperên şer de dît. Bi rûkeniya xwe, coş, cesaret û leza xwe dilê hevalên xwe xweş kir û bû fermandarekî pêşeng.  

Çeteya bermayiya şaristaniya dewletparêz a bi navê DAÎŞ a bi cilên xwe yên reş, bi rûyên xwe yê gemar û bi ala xwe yên reş, ji bo ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn xwîn birije, kete nava tevgerê. Gelê Êzidî yê ku rastî gelek fermanan hatiye, dibe hedefa yekemîn a van êrîşan. Şengal bi fermaneke nû re rû bi rû ye. Tabûra Diyar Norşîn berê xwe dide Şengalê. Bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer dike û di vekirina korîdora rizgarkirina gelê Êzidî de roleke pêşeng dilîze. 

Li her derê armanca yekemîn a DAÎŞ’ê, gelê Kurd ê bindest e. Lê rastiyeke ku hesabê wê nekiribûn hebû. Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Gerîlayên Kurd li her eniyê weke çiyayan li ber çeteyên DAÎŞ'ê yên ku para xwe ji nirxên mirovahiyê negirtine û pêlîstokên hêzên cîhanî ne, disekine. Ev hovên ku serê mirovan jê dikirin û mirov zindî dişewîtandin li ser femana serçete Erdogan êrîşî ser Kobanê kirin. Şer li kuderê bûya dixwest li wir bûya. Li Kobanê ya ku bûye wijdanê mirovahiya pêşverû ya cîhanê, bi çeteyan re sîng bi sîng şer kir. Di pevçûnekê de bi giranî birîndar dibe. 

Dema tedawiya wî qediya berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ew kirinên pir û axaftina kurt weke zêr didît. Weke çiya û ava welatê xwe yê bêrawestan di nav tevgerê de bû. Û ji wir berê xwe da bi çiyayên Botanê yên ku her tim xeyala wî bûn. Li cihê ku lê bû, pêşengî ji xwe re kiribû rêgezek. Her tevgera wî helwestek ku di dawiya rê de bigihêje encamê îfade dike, ew bi aramî li ser her tiştî difikirî û gav bi gav pêşde diçû. Her gava ku diavêt bi gava din re lihevhatî bû. Li gorî paradîgmaya Rêber Apo, bi şev û roj hewl dida bigihîne heqîqeya jiyanê. Jixwe, berdewamiya jiyanê berdewamiya wê ye. Lihevhatina her tiştî bi rêya wê pêkan e. Rêya wê hertim ber bi azadiya gel û welatê xwe ve ye. Li Botanê beşdarî gelek çalakiyan dibe. Lê di sala 2018’an de li Çiyayê Cûdî di pevçûnekê de birîndar bû. Û neçar e ku dev ji çiyayên Botanê berde.

Dîsa vedigere Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî perwerdeyê, weke fermandarê herêmê çû çiyayên Zapê. Ji bo Zap bibe kelehek nayê zevtkirin hemû enerjiya xwe dide amadekariyên binesaziyê. Ew beşdarî çêkirina tunelên şer ên dişibin kelehên bin erdê ku di dîroka gelê Kurd de yekem car e. 

Dewleta Tirk di bihara 2021’an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi şerekî berfireh kir. Diyar Norşîn ji roja yekem a vî şerî heta şehadeta xwe ya di 20’ê Cotmeha 2021’an de bêwestan li dijî artêşa Tirk şer kir. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 20 salan de bû xwedî têkoşîneke bêwestan û tevlî karwanê nemiran bû. 

Rastiya nirxên ku rastiya şehîdên şoreşa Kurdistanê ava kirine û belav kirine çi ye? Helbet haya wan jê hebû ku divê gelê Kurd çi bike. Û cewhera wan rêya heqîqetê nîşanî me da. Her wiha bûn mînakên mezin ên lihevhatina gotin û jiyanê ku em jê re dibêjin şoreşa heqîqetê.