Îran: Cîranên me wê nehêlin qada wan a hewayî bê bikaranîn
Di demekê de ku Îsraîl plan dike êrîşê bike, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku welatên cîran wê nehêlin ku 'xak û qada wan a hewayî' bêne bikaranîn.
Di demekê de ku Îsraîl plan dike êrîşê bike, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku welatên cîran wê nehêlin ku 'xak û qada wan a hewayî' bêne bikaranîn.
Piştî êrîşa bi fuze ya Îranê ya 1'ê Cotmehê li hemberî Îsraîlê kir, fikarên li ser êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê zêde dibe. Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Abbas Arakçî li Kûweytê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Hemû welatên cîranên me bawerî dan ku wê nehêlin xaka wan an jî qada wan a hewayî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bêne bikaranîn."