Li hemberî dijmin mîna zinarekî bû

Şehîd Zinar êdî tu li xaka xwe ye. Vê xaka ku tu bi salan bi hesreta wê bû, hembêz bike. Û binihêre, bi hezaran hevrêyên te li ser şopa te dimeşin.

ŞEHÎD ZINAR AMANOS (OSMAN ERBEK)

Jiyana dûrî warê xwe hesteke çawa ye? Koçberî hesteke çawa ye? Warê we, wê ji we bê standin, bê şewitandin, bê talankirin; zimanê we, wê bê qedexekirin. Bi salan e zilm li gelê Kurdistanê tê kirin, tê qetilkirin, sirgûnkirin lê belê ti carî serî natewîne, dest ji xweza û çanda xwe bernade. Sala 1995'an zarokek ji dayik dibe. Ev zarok wê mezin bibe û bibe şervanekî azadiyê. Li gel her tiştî jî wê ji bo parastina jiyanê şer bike; bibe zarokekî leheng. Ew zarok Zinar Amanost e (Osman Erbek).

Dewleta Tirk a faşîst sala 1993'an li Bakur, bi taybetî li herêma Botanê gelek gund şewitand, vala kir û zext li gel kir ku ji cih û warê xwe koç bike. Malbata Osman ku li navçeya Dihê ya Sêrtê bû, yek ji wan malbatan bû ku zilma dewletê dît. Ji ber ku gundê wan hate şewitandin û valakirin, neçar ma koçî Edeneyê bike. Osman jî di nava rastiyeke bi vî rengî de ji dayik bû û mezin bû. Malbata Osman her çend neçar ma ji warê xwe dûr bimîne jî ti carî ji çand û cewhera xwe ya Kurdîtiyê dûr neket. Welatparêziya malbatên kesayetiya Osman jî afirand. Di her roja ciwantiya xwe de rastiya dagirkeriyê dît. Li ronahiyekê geriya, ev ronahî jiyaneke azad e. Wê di nava wê ronahiyê de xwe bidîta. Wê azadiya gelê xwe jî di nava vê ronahiyê de bidîta. He roj şahidî ji zilma dewleta Tirk a dagirkera a li ser gelê Kurd re kir.

Li dibistanê jî ev rastî baştir fêhm kir. Ji bo karibe li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê têbikoşe PKK û Rêber Apo lêkolîn kir. Di encamê de jî biryar da ku tevlî nava tevgera azadiyê bibe ku weke rêya herî rast dît. Osman tevlî nava karên ciwanan bû, demekê dît ku ev yek têra wî nake. Sala 2012'an li Bakur şerekî giran diqewimî. Gerîla bi çalakiyên xwe derbên giran li dewleta Tirk dixist. Osman ev rewş ji nêz ve şopand û êdî li bendê nesekinî. Weke ciwanekî Kurd ji bo karibe rol û mîsyona xwe bi cih bîne, xwest bide pey xeyalên xwe yên jiyana azad. Li ser vê bingehê biryar da û sala 2012'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Osman xwest bi qasî çiyayên Kurdistanê serhildêr û xurt be. Di nava jiyana gerîla de navê Zinar Amanos li xwe kir. Wê êdî mîna zinarekî li hemberî dijmin bisekiniya.

KED Û FEDAKARÎ PÎVANÊN WÎ YÊN BINGEHÎN BÛN

Gerîla Zinar piştî ku li Garê tevlî perwerdeya bingehîn bû, berê xwe da Zagrosan. Ji Avaşînê heta Çarçelayê li gelek qadan kar kir. Her şev li cihê ku dimeşiya hevrêyên xwe yên şehîd hîs kir. Keda ji bo vê xakê, vî welatî û vî gelî ji bo Zinar tişta herî hêja bû. Aşiqê azadiyê gerîla Zinar Amanos timî xwe bi pêş xist û di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir. Gerîla Zinar xwest li ser rêya fedaiyan bimeşe, ji bo karibe tola gelê xwe hilîne xwest li dijî dagirkeran bi rengekî fedaî şer bike. Jiyaneke bêyî Rêber Apo ti carî qebûl nekir û ji bo şikandina tecrîdê bi hemû hêza xwe tevlî pêvajoyê bû. Piştî ku demekê pratîk meşand, ji bo karibe bibe fedaiyê Rêber Apo tevlî nava Hêzên Taybet bû. Êdî li pêşiya wî tenê armancek hebû; li dijî dewleta Tirk bi rengekî fedaî têbikoşe û derbên giran li dagirkeran bixe.

Ji bo gerîla Zinar ku bi kesayetiya xwe ya dilnizm dihate naskirin, ked û fedakarî pîvana bingehîn bû. Her tiştên ku hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir û ji wan re pêşêngî dikir. Zinar ku şervanê azadiyê bû, ji bo karibe derbên giran li dijmin bixîne derbasî herêma Garzanê ya Bakur bû. Li vê qadê beşdarî gelek çalakiyan bû; di her fîşeka ku berda dagirkeran de li hevrêyên xwe yên şehîd fikirî. Di dengê her fîşekê de êşa bi salan a gelê xwe dît.

Bi vê têgihiştinê li dijî dijmin têkoşîneke xurt meşand. 2'ê Hezîrana 2020'î li qada Şehîd Mizgîn a Garzanê, di navbera gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran qewimî. Di 3'ê Hezîranê de dijminê dagirker li vê herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de ku çar rojan dewam kir, şervanê azadiyê Zinar Amanos ji bo karibe hevrêya xwe ya birîndar rizgar bike bi lehengî şer kir û li gel hevrêya xwe Nûda Besta tevlî nava karwanê nemiran ên Kurdistanê bû.

Şehîd Zinar tu êdî bi xwe xak e; vê xaka ku tu bi salan bi hesreta wê bû, hembêz bike. Lê belê binihêre, li pişt te bi hezaran hevrêyên te li ser şopa te dimeşin. Te di rêya azadiyê de ti astengî nas nekir, tu bi ser zaliman ve meşiya. Tu bû şervanekî azadiyê ku wateya heqîqetê fêhm kir.