Partîzan pênaseya jidilî û dirustbûnê ye

Partîzan Taylan ê ku 2’ê Cotmeha 2022’an dema bi hevrêyê xwe Êrîş Avent re li ser erka xwe bû bi êrîşa şehîd bû, wê her tim bi taybetmendiyên xwe yên dirust, jidil, xwezayî ê û rûyê xwe yê bi ken bê bîranîn.

Îdrîs Bozkurt (Partîzan Taylan) di sala 1996’an de li navçeya Tutak a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û piraniya zarokatiya xwe li gund derbas kir. Lewma her ku mezin dibe çanda Kurd baştir nas dike û kesayeta wî li gorî çanda dîrokî ya hezar salan şêwe digire. Di temena xwe ya ciwantiyê de ji bo alîkarî bide malbata xwe diçe metropolê Tirkiyeyê. Çûyîna ji gund ew xemgîn dike. Lê soz dide xwe ku wê tu carî dev ji çanda xwe neberde û cewhera xwe biparêze. Îdrîs ku li Stenbolê dest bi kar dike, bi vê re di temenê ciwan de fêrî wateya ked û heqa bi xwêdana eniyê dibe. 

Îdrîs ê ku li Stenbolê ciwanên welatparêz nas dike, bi taybet ji ber êrîşên li dijî Şengal û Rojava hêrsekî wî yê mezin li dijî dijmin çêdibe. Ji be vê di sala 2014’an de dixwaze tevlî refên têkoşînê bibe, lê beriya ku vê xeyala xwe pêk bîne, ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin. Di dema girtinê de rûyê rast ê dijminê dagirker ji nêz ve dibîne. Ji ber vê dema ji girtîgehê derdikeve, ji bo tolê hilîne bi awayekî çalak tevlî xebatên ciwanan dibe. Îdrîs ê ku di nava xebatên serkeftî de cih digire, dihêle ku gelek ciwanên Kurd hişyar bibin û cihê xwe di refên şoreşê de bigirin. 

Di sala 2018’an de şehadeta kurmetê wî Taylan Ararat, pir bandor li ser heval Îdrîs dike. Hêrsa wî ya li hemberî dijmin zêdetir dibe û ji bo tol hilîne carek din biryara tevlîbûna li nava refên gerîla dide. Ji bo çeka kurmetê xwe şehîd Taylan rake di dawiya sala 2018’an de hewl dide tevlî refên gerîla bibe, lê ji aliyê dijmin ve dîl tê girtin. Tevî hemû êşkenceyên dijmin jî ji helwesta xwe ya bi israr a ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla tawîzê nade. Ji ber ku wekî Kurdekî êdî rastiya xwe, rastiya welatê xwe û rastiya dagirkeran baş dizanîbû. Ji bo dersê bide dijmin di sala 2019’an de di salvegera şehadeta kurmetê xwe Taylan Ararat de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û vê carê bi serkeftî digihe kampên gerîla.

Di jiyana gerîlatiyê de navê Partîzan Taylan li xwe dike. Navê kurmetê xwe yê şehîd, Taylan dike paşnavê xwe. Piştî perwerdeya xwe ya ewil bi jiyana gerîla re yek dibe ku xeyala wî bû û dibe xwedî tevlîbûneke çalak. Partîzan Taylan ê ku pir ji têkiliyên hevrêtiyê ya di nava gerîlayan de bandor dibe, ji bo ku bi xwe jî bibe hevrêyekî baş hewldaneke mezin dide. Gerîla Partîzan ku bi fedakarî, kedkarî û zîrekbûna xwe re di her xebatê de sivikirina barê hevrêyên xwe esas digire, têkiliyên hevrêtiyê ya di nava gerîla de wiha pênase dike; “Hevrêtî hestek pir bi hêz e, lê ne pêkan e ku mirov bi gotinan vebêje. Pênaseya hevrêtiyê pir zehmet e. Mirov tenê bi jiyankirinê dikare wê hestê bibîne.” Heval Partîzan bi taybetmendiyên xwe yên xwezayî, mutewazî, jidil û rûken her tim hêz û moralê dide hevrêyên xwe. Ji ber vê di nava hevrêyên xwe de dihat hezkirin. 

Heval Partîzan her roj zêdetir ramanên Rêber Apo nas dike û tevlî jiyana azad dibe. Her erka ku jê re dihat dayîn bi serkeftî bi cih dianî. Heval Partîzan ê herî zêde di amadekariyên tunelên şer de cih girt, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral ji hemû hevrêyên xwe re dibe pêşeng û mînak. Heval Partîzan ê ku li dijî êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayan cihê xwe di berxwedanê de digre, beşdarî tîmên gerîla yên bi tevger dibe. 

Hevrê Partîzan ku di tîmên gerîla yên bi tevger de di ferqa erka xwe ya li dijî êrîşên dagirker de ye, dikeve nava lêgerînê bê ka bi taktîkên dewlemend çawa dikare zêdetir derbe li dijmin bide. Van lêhûrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re jî parve dike û hewl dide ew jî di pêvajoiya şer de bibin xwedî tevlîbûneke çalak.  
Heval Partîzan ku ji bo tolê ji dijminê dagirker hilîne gelek caran pêşniyara pêkanîna çalakiya fedayî dike, pêşniyara xwe tenê li ser gotinê nahêle, di jiyana gerîlatiyê de helwesteke fedayî esas digire û xebatên xwe li ser vê bingehê rêve dibe. Heval Partîzan ê ku bi helwesta xwe ya kedkar û mutewazî pêşengiyê ji hevrêyên xwe re dike, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin daye de cih digre. Gerîla Partîzan di 2’ê Cotmeha 2022’an bi hevrêyê xwe Êrîş Avent re dema li ser erka xwe bû, bi êrîşa dijmin tevlî karwanê nemiran bû. Şehîd Partîzan ê ku heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijminê dagirker têkoşiya, wê her tim bi taybetmendiyên xwe yên dirust, jidil, xwezayî ê û rûyê xwe yê bi ken bê bîranîn.