Milîtaneke YJA Starê ya pêşeng bû

Gerîla Avesta Têkoşîn ku heta nefesa xwe ya dawî li dijî êrîşên dijmin bi biryardarî şer kir, weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng a ku baweriya xwe bi serketinê hebû, cihê xwe nava têkoşîna azadiyê de girt.

AVESTA TÊKOŞÎN

Li her derê tê bihîstin ku têkoşîna lehengên Kurdistanê jiyana bi wate ye. Gerîlayên ku bi biryardarî û bi xurtî, bê tirs li hemberî dijmin li ber xwe didin, bûne dengê azadiyê. Çeka hevrêyên xwe yên di vê oxirê de şehîd bûne li erdê nahêlin û dibin şopdarê doza wan. Yek ji lehengên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir Mizgîn Aşkar (Avesta Têkoşîn) bû. Avesta Têkoşîn sala 1993'an ji malbateke endamê eşîra Didêrî ya welatparêz a Botanê li Sêrtê ji dayik bû. Weke her zarokeke Kurd di temenekî biçûk de dibe hedefa zext û êrîşên dijmin. Bi taybetî piştî ku dest bi xwendina li dibistanê kir, rastiya dijmin hîn bêhtir nas kir. Ev yek di heman demê de bû sedem ku Mizgîn li hin tiştan bipirse. Rêbaza jiyanê ya ku lê tê ferzkirin fêhm nake û naxwaze di nava vê jiyanê de mezin bibe.

Di serî de asîmîlasyonê li hemberî hemû polîtîkayên qirêj ên dijmin di çand û zimanê xwe de israr dike. Lê belê dibîne ku şert û mercên jiyanê li pêşiya xeyalên wê yên zarokatiyê dibe asteng. Ji ber vê jî lêgerînên wê li ser jiyaneke azad û bi ewle ye. Bi taybetî piştî ku Rêber Apo û tevgera azadiyê nas dike, bi hêza xwe dihese û ji xwe bawer dike. Malbata wê jî malbateke hêja ye ku di nava têkoşîna azadiyê de gelek berdêl daye. Bêguman ev rewş bandoreke mezin li Mizgîn jî dike. Bi saya malbat û derdora xwe tevlî gelek karî dibe û çalak dibe. Lê belê armanca wê ya herî mezin ew e ku rojekê bibe gerîla û tola êşa bi salan ji dijmin hilîne. Mizgîn sala 2014'an gihîşt asta biryardayinê, ji bo karibe kûrbûnên xwe bixe pratîkê tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Li nava refên gerîla navê xwe kir Avesta Têkoşîn.

DI NAVA ŞERT Û MERCÊN HERÎ GIRAN DE WEZÎFEYÊN XWE BI CIH ANÎ

Dîtina gerîla ji bo wê êdî xeyal nebû. Ji kêfxweşiyê nikarîbû li cihê xwe bisekine. Ji Garzanê tevlî nava refên gerîla bû û li vê derê yekemcar tevlî perwerdeya destpêkê bû. Aveta Têkoşîn ku ji têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê û rêbaza jiyanê ya gerîla bi bandor bû, di perwedeyê de ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe şareza kir û bi xurtî tevlî karê pratîkî bû. Bi jiyan û sekna xwe ya milîtanî bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak û ji bo karibe perwerde û agahiyên di perwerdeyê de wergirtî bike parçeyek ji jiyana xwe, gelekî hewl da. Ber bi dawiya sala 2015'an re piştî pratîka li Garzanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li herêma Heftanînê tevlî kar bû. Li hemberî êrîşên îmhayê yên topyekûn ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî tevgera azadiyê û gelê Kurd da destpêkirin, beşdarî nava çalakiyan bû.

Avesta Têkoşîn ku li herêma Heftanînê weke fermandar tevlî gelek çalakiyan bû, bi serketinên di van çalakiyan de bi dest xist, wêrekî û bawerî da hevrêyên xwe. Ji bo bibe gerîlayeke profesyonel piştî pratîka Heftanînê ya du salan a serketî, ji bo jinûve avakirina gerîla beşdarî akademiya leşkerî bû, di branşa çekên giran de perwerde dît. Piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, derbasî qadên pratîkê bû. Bi hêz û moraleke mezin derbasî herêma metînayê bû. Beşdarî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû, bersiv da êrîşên dijmin û di serî de Girê Hakkarî li gelek qadên Metînayê weke gerîlayeke YJA Starê ya mînak pêşengî ji berxwedanê re kir.

Gerîla Avesta Têkoşîn di Hezîrana 2023'an de di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Gerîla Avesta di nava têkoşîna xwe ya 10 salan de bi biryardarî têkoşiya, weke fermandareke jin di nava şert û mercên herî giran de rol û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih anî. Heta nefesa xwe ya dawî bêteredût şer kir û şehîd bû. Avesta Têkoşîn bi baweriya xwe ya bi serketinê weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt.