Çalakiya SKB’ê di roja 2’an de ye: Li pêşiya PE’yê çalakî kirin

SKB’yiyên li pêşiya Parlementoya Ewropayê hatin ba hev, bi dirûşim, axaftin û belavkirina belavokan bal kişandin ser daxwazên grevên biçîbûnê.Jinên sosyalîst ên dosyayek pêşkêşî parlementera Partiya Çep a PE’yê Malîn Bjork kir, wê sibe li Strasboûrgê bin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) a bi daxwaza ‘Dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin’ dayî destpêkirin di roja 2’an de ye.

Jinên sosyalîst ên dirûşmên ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Piştevaniya Leyla bikin’ qîr kirin, belavok li kesên derdor belavkirin û bal kişandin ser daxwazên berxwedêrên di grevan de.

SKB’yiyên ku çalakî bi qasî saetekê domandin, dosyayeke têkildarî berxwedêrên di grevên birçîbûnê de ji bo radestî parlementera Koma Çep a Parlementoya Ewropayê Malîn Bjork bikin radestî asîstana wê kirin.

 Jinên ku dawî li çalakiya xwe anîn, diyar kirin ku wê sibe li Strasboûrgê bin. SKB’yiyên ku wê dosyayekê bidin CPT’ê, wê serdêra berxwedêrên di grevê de ne bikin.