Çalakiya jinan: Em ê azadiya xwe bi dest bixin
Li Kadikoya Stenbolê bi hezaran jin hatin cem hev. Jin bi pankartên ‘Em ê azadiya xwe bi dest bixin’ û dovîzan ketin qadê.
Li Kadikoya Stenbolê bi hezaran jin hatin cem hev. Jin bi pankartên ‘Em ê azadiya xwe bi dest bixin’ û dovîzan ketin qadê.
Bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê bi şîara ‘Em ê azadiya xwe bi dest bixin’ beriya pîrozbahiyê jin li Qada Îskeleyê ya Beşîktaşê kom bûn. Beriya pîrozbahiyê polîsan Qada Îskeleyê xistin ablûkayê lê jinan ji gelek aliyan ve bi sloganan dest bi meşê kirin.
Tevgera Jinên Demokratîk li ser Rêya Osmanaga hatin astengkirin lê jin dîsa jî meşiyan û hatin qadê.
Jinên HDP û HDK’yî jî bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Wê jin bêdeng nebin’ meşiyan qadê. Ligel ku polîsan diyarkirin slogan qedexe ye jî jin bi erbane û tilîliyan meşiyan. Esnafan jî bi çepikan piştgirî dan jinan.
Polîsan diyarkirin ku sîwanên bi rengê keskesorê û ala qedexen û nehiştin jin sîwan û alayan bibin qadê.
Di çalakiyê de maskeyê mor ê bi nivîsa ‘Em ê azadiya xwe bi dest bixin’ hate belavkirin.
Jin bi pankart û dowîzan dimeşin qadê.