8’ê Adarê li Wargehê bi coş hate pîroz kirin

8’ê Adarê li Wargehê bi coş hate pîroz kirin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem li Qada TEV-ÇAND a Wargehê bi tevlîbûna bi sedan jinan şahiyeke bi heybet hat lidarxistin. Di şahiyê de jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi alên KJB, PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan reng û coşeke bêhempa dan şahiyê. Hunermend Hesen Şerîf, kom û hunermendên di bin banê TEV-ÇAND a Wargehê de beşdarî şahiyê bûn.   

Şahiya 8’ê Adar bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpêkir. Di derbarê 8’ê Adarê de axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Îştar Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Rozerîn Yildiz di şahiyê de axivî û li ser têkoşîna jina Kurd rawastiye. Yildiz her wiha derbarê qetlîama Parîsê de jî got ku, ev qetlîameke li hemberî jinê ye û bang kir ku, ew dê li dijî komploya ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd û jina Kurd hatiye meşandin têkoşînê bilind bikin. Yildiz da diyarkirin ku, “Nasnameya jina azad, nasnameya zilamê azade.” Yildiz di dawiya axaftina xwe de got: “Em dê  bi ruhê şehîd Sara beşdarî pêvajoyê bibin.”

Piştî axaftina Yildiz, Hunermend Hesen Şerîf derket ser dikê û piştî hestên xwe yên derbarê  8’ê Adarê de anî û ziman. Hunermend Hesen Şerîf  8’ê Adarê li tevayî jinên Kurd û yên cîhanê pîroz kir û şûnde stranên xwe gotin. Hesen Şerîf kêliyên bi coş da jiyandin û paşê şahî bi komên Wargehê berdewamkir.

Li qada ku 8’ê Adarê lê hat pîrozkirin, li kêleka posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên Dayika Rêberê Gelê Kurd Uweyş Ocalan, Pêşengên tevgera Azadiya Jin Zîlan, Viyan, Şîlan, Bêrîtan û Sakîne Cansiz (Sara) hebûn. Her wiha pankartên wek “şehîd Sara xeta me ya berxwedan û jıyana azad e” , “Jin pêşengê civaka exlaqî û polîtîke” hatin daliqandin.

Şahî bi govend û sloganên hezaran jinan bidawî bû.