8'ê Adarê li Tambovê hat pîrozkirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hev civiyan.

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hev civiyan.

Jinên li Pravmaske ya bajarê Tambovê hatin cem hev, tevî hewa sar jî çalakî lidar xistin. Jinan banga xwedîderketina li şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana xwerêvebeiyên li Bakurê Kurdistanê kirin.

Di daxuyaniya li vir de hat ragihandin, ku dewleta Tirk bi zîhniyet AKP'ê re gelê sivîl qetil dike û bal hat kişandin ser van polîtîkayên şer. Jinan her wiha xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê rakirin.

...