8'ê Adarê li Moskowayê hate pîrozkirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Moskowayê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin.

Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan û Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê li paytexta Rûsya Moskowayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Çalakî li avahiya Çanda Kurd a Moskowayê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Tevî jinan, nûnerên saziyên Kurd ên li Moskowayê û dostên Kurdan tevlî çalakiyê bûn.

Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Tara Kadir li çalakiyê axivî û got, "8'ê Adarê mafek e ku bi berdêlên mezin ên jinan hatiye afirandin. Bi têkoşîna niha ya jinên Kurd re ev roj bêhtir watedar bûye."

Tara Kadir bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin û got, "Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Divê em xwedî li vê têkoşînê derkevin. Bi têkoşîna bi pêşengiya jinan re em ê faşîzmê li Kurdistanê têk bibin."

Piştî axaftinan, jinan gul li nûnerên saziyan ên tevlî çalakiyê bûn belav kirin. Piştre hunermend Berfîn Mamedova, Rozerîn Dogan û Monika Beravî hunera xwe pêşkêş kirin û jinan li ber stranên wan govend gerandin.