8’ê Adarê li Melboûrneyê hate pîrozkirin

Li bajarê Melboûrne ya Ewûstralyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

Li Melboûrneyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya 8’ê Adarê li Komeleya Jinan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistan û şoreşa cihanê dest pê kir.

Hevseroka NAV-KURD’ê Gulbahar Aksakal di pîrozbahiyê de axivî û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan silav kir.

Piştî axaftinan helbesta bi Kurmancî ya Cennet Kahraman li ser jinên şehîd nivîsandî hate xwendin.

Piştî pêşandana cilên neteweyî yên zarokan Mahmût Kahraman helbesta ku nivîsandî xwend.

Pîrozbahiyê bi daxuyaniya TJK-E’yê ya derbarê 8’ê Adarê ji aliyê Veroz Laleş ve hatî xwendin, bi hatina ser ya Hozan Aytaç Koç dom kir.