8’ê Adarê li Marsîlyayê hate pîrozkirin

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coş hate pîrozkirin.

Gel saet di 13.00’an de li Qada Canabîereyê kom bûn û bi stranên bi coş govend gerandin. Saet di 14.00’an de jî meşiyan Qada Vîeûx Portê.

Di meşê de flamayên YPJ û TJK-E’yê hatin hildan û ji bo balkişandina jinên li Tirkiyeyê tên kuştin belavok hate belavkirin.

Piştî meşê li Qada Vîeûx Portê mîtîngek hate kirin û belavok hate xwendin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û saziyan axaftin hate kirin.