8’ê Adarê li Hambûrgê bi coş hat pîrozkirin

Li bajarê Hambûrgê ya Elmanya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşek mezin ve hat pîrozkirin.

Li Bajarê Hambûrg a Elmanyayê li 5 cihên cuda merasîma 8’ê Adarê hatin lidarxistin.

Merasîma herî qerebalix ya ku bi hezaran jin tevlî bûbûn ya semta Altonayê bû.

Jinên Kurdistanî bi rengekî girseyî tevlî merasîma 8’ê Adarê ya li semta Altonayê bûn.

Polîsan qedexekirin ku alên YPJ’ê werin hildan, li hemberî wê bi sedan jin ew nêzîkatiyê provakatîf ê polîsan bi tîlîlî û çepikan protestokirin û dirûşmên “Bijî YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” qêr kirin.

Li ser navê Meclîsa Jin a Rojbîn ya Hambûrgê Leyla Kaya di merasîmê de axivî û wiha bertek nîşanî rewşê da, “Hûn dikarin al û flamayên me qedexe bikin, lê hûn nikarin heskirina me ya YPJ’ê ji dilê me derxînin û biavêjin.”

Hevseroka Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî kiryarên polîs şermezar kir û got: “Hûnê bi hişmendiya qedexekar nekaribin bigihîjin derekê.”

Ozdemîr her wiha diyarkir ku ew siyasetên qedexekar ên Erdogan yên ji aliyê polîsên Hambûrgê jî tê pêkanîn qebûl nakin û ewê li hemberî di serî de qedexeya li ser PKK’ê û her cûre hişmendiya qedexekar têbikoşin.

Di merasîm 8’ê Adarê Meclîsa Jin a Rojbîn ya Hambûrgê, Tevgera Jinên Demokratîk ên Ewropa ya Hamgûrgê (ADHK), Jina Nû-ATÎK a Hambûrgê, SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst) a Hambûrgê, Baskên Jinan a Hambûrgê, Hambûrg Courage û gelek saziyên jinan tevlê bûn. Tevî provakasyonê polîsan merasîm bêyî ku coşa xwe wenda bike nêzî 2 saetan domkir.

Jinan di serî de li ber stranên Kurdî, li ber stranên bi zimanên cuda ve guvend gerandin û 8’ê Adarê bi coşek mezin ve pîroz kirin.

Merasîmên çêbûyî bi qêrîna drûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî 8’ê Adarê” bidawî bûn. Her wiha pîrozbahî bi pankart û flamayên jinên ku jiyana xwe ji dest danî qad bi rengê jinê ve hat xemilandin.