8'ê Adarê li 5 bajarên Elmanyayê hate pîrozkirin

Li bajarên Frankfûrt, Saarbrucken, Trîer, Hannover û Dresdenê jin daketin qadan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarên cuda yên Elmanyayê dewam kirin.

FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrtê bi wesîleya 8'ê Adarê rêxistinên jinan meşeke hevpar li dar xistin. Saet di 16:00 de li qada Alte Operê wêneyên jinên sembola têkoşîna azadiyê ya cîhanê Rosa Luxembûrg, Clara Zetkîn, Sakîne Cansiz û wêneyên jinên di demên cuda de li deverên cuda yên cîhanê hatin qetilkirin, hatin nîşandan. Qisekeran jî bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî sîstema bi serweriya mêr. Piştî axaftinan jin bi qîrîna dirûşman heta Haûptwacheyê meşiyan. Jinên Kurd jî bi kincên xwe yên neteweyî û alên YJK'ê tevlî meşê bûn, dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qîriyan. Di dema çalakiyê de ji bo kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin.

SAARBRUCKEN: Jinên ku li pêşiya avahiya Şanoya Dewletê li hev kom bûn, 8'ê Adarê pîroz kirin. Çalakî ji aliyê rêxistinên jinan ên Elman ve hate lidarxistin û belavok hatin belavkirin. Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saabruckenê jî Remziye Eke axivî. Piştî axaftinan govend hate gerandin û çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî piştevaniya navneteweyî" û "Bijî berxwedana jinê" bi dawî bû.

TRÎER: Li bajarê Trîerê 2 çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Rêxistinên jin ên ciwan li ber Palastgartenê li hev civiyan û pîknîkeke grevê pêk anîn. Bi navê Tevgera Jinên Kurd jî pêşkêşiyek hate kirin. Çalakiya duyemîn jî li Porta Nîgrayê hate lidarxistin. Kurdistanî li vir jî axivîn. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

HANNOVER: Li bajarê Hannoverê bi meşeke ji 5 baskan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Jinên Kurd bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê em azadiya jinê û civakê diparêzin" bi baskekî tevlî meşê bûn. Meşa ku saziyên jinan ên Hannoverê hemû tevlî bûn bi coş dewam kir. Di axaftinan de berxwedana jinên Kurd hate destnîşankirin û ji bo kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" banga piştgiriyê hate kirin. Li qada ku baskên meşê hemû lê gihîştin hev mîtîngek hate lidarxistin. Bi navê rêxistinên beşdar belavokek hate xwendin û ji bo berxwedan û piştevaniya jinê bang hate kirin. Di dawiya çalakiyê de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn.

DRESDEN: Li bajarê Dresdenê bi hevkariya Meclîsa Jinê ya Ûta Amara û jinên Elman, li qiraxa Çemê Elbeyê 8'ê Adarê hate pîrozkirin. Li qada çalakiyê standa agahdarkirinê hate danîn û ji bo pêngava "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.