6. Festîvala Sakîne Cansiz: Berxwedana jinê azad dike!

Jinên li Swîsreyê li bajarê Swîsre Zurîhê bi dirûşma "Jin rê li ber azadiyê vedikin" li Festîvala 6'emîn a Sakîne Cansiz (Sara) a Jinan li hev civiyan.

Ji bo bîranîna kadroya pêşeng a Tevgera Jinên Kurd û ya PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Swîsre Zurihê 6’emîn Festîvala Sakîne Cansiz (Sara) destpê kir.

Festîval bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê bi dirûşma "Jin rê li ber azadiyê vedikin" pêk tê û gelek rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî, Swîsreyî û koçber di organîzasyona festîvalê de cih digrin. Li qada festîvalê wênêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne  Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û şervanên ku di têkoşîna şoreşê de şehîd bûbûn, alayên PKK, KJK û YPJ’ê hatin daliqandin.

Li Swîsreyê piştî greva jinan a netewî ku bi sed hezaran jin beşdar bûn festîval tê lidarxistin û îsal dirûşmeya bingehÎn “Berxwedana Jinê azad dike” ye.

Li qada festîvalê destpêkê semîra jinelojî ya bi mijara têkoşîn û mafê jinan hate lidarxistin. Ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zîlan Diyar, ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) Hulya Yalin, ji Komelya Mor Hiqûqnas Nesrîn Ûlû, ji Cadiyên Campûsê jî Meral Meral weke axaftvan beşdar bûn.

Piştî semînerê destpêkê li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê Ozen Aytaç axivî. Aytaç qala girîngiya têkoşîna Sakîne Cansiz a di têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna jinên cîhanê de kir û got; “Îro li çar parçeyên cîhanê jin liberxwe idin. Em carek din dibêin ku têkoşîna hevpar a jinan azad dike.”

Piştre nûnerên rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî, Swîsreyî û koçber axivîn û têkoşîna tevgera jinên Kurd û jinên cîhanê silav kirin. Di axaftinan de hate gotin ku têkoşîna Sakînce Cansiz nûnertiya têkoşîna azadiya hemû jinên cîhanê dike û têkoşîna jinan a li cîhanê bilind dike serî rakirineke li dijî sîstema bavkanî û kapîtalîzmê ye.

Festîval bi axaftin, stranên hunermendan û govendê didome.

SAZIYÊN DI FESTÎVALÊ DE CIH DIGRIN

Navê saziyên ku di organîzasyona festîvalê de cih digrin wiha ne;

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Jina Nû (Yeni Kadin),  Mor Verein,  Frauen lesben kasama, Basta, SP, AL, Aufbau, Mor Kızıl Kolektif, Fraunbündnis, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê, TEV-ÇAND, KONGRE-STAR, Frauenbündnis, Frauengruppe Medico İnternational, Solifonds Zürich, Kampüs Cadıları, FİST, GRÜNE, Revolionares, Queer Feministisches Bündnis Basel, Labyrinthplatz, Frauencafe, FEDA, Pira Biratiyê ya Zurîh-Amed, Weltrauenkonferenz.