30 gardiyanan li girtiya jin xistin

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, 30 gardiyanên mêr li Mizgîn Kayitbey xistin.

Malbata girtiya siyasî Mizgîn Kayitbey ya li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê tê girtin diyar kir ku 30 gardiyanên mêr li keça wan xistine. Malbatê serî li ÎHD'ê da û xwest ku alîkariya hiqûqî bide wan.

Li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê ku beriya niha jî ji ber pêkanîn û nêzîkatiyên xirab û êşkenceyê berdewam ket rojevê de bûyerek ya êşkenceyê qewimî. Mizgîn Kayitbey ya li girtîgehê tê ragirtin roja ku wê dibirin mehkemê destpêkê bi rengê gotarî û piştre fîzîkî bi êrîşa 30 gardiyanên zilam ve rû bi rû maye. Di encama êrîşê de Kayitbey rakirin nexweşxane.

Ji bo tedaviyê Kayitbey rakiribûn nexweşxanê, encax hê tedaviya wê neqediya bû carek di ew wegerandin girtîgehê; Kayitbey di hevdîtinek xwe ya bi malbatê ya bi rêya telefonê de ragihand ku hevdîtina wê ya bi dozger re hatiye astengkirin, her wiha gotiye ji ber ku di laşê wê de pirsgirêkên mîna şkestina hestî, birîn, xwînrêjî û reş û talbûn heye rewşa wê nebaş e.

 Ji ber vê yekê malbata wê kete nav liv û tevgerê, serî li ÎHD’ê Şûbeya Stenbolê daye û daxwaza alîkariya huqûqî kiriye. li ser daxwaza malbatê Şûbeya Wan’ê ya ÎHD wê di nava vê heftiyê de biçe Girtîgeha Patnosê û bi girtiya siyasî Kayitbey re hevdîtinê pêk bîne.