Sala 2012 Tirkiye li seranserê cîhanê di warê bûkên zarok de di rêzên destpêkê de ye. Ji ber polîtîkayên perwerdeyê yên hukûmeta AKP’ê her roj zewacên nû yên zarokan zêde dibin. Rayedarên hukûmetê vê yekê tenê bi “pêkhateya feodal” û “bêperwerdehiyê” ve girêdide. Li gorî îstatîstîkan, tabloya bûkên zarok a sala 2012 mirov ditirsîne.
Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP’ê binpêkirina mafên zarokaên û bûkên zarok di sala 2012 de jî zêde bûn. Ji ber polîtîkayên perwerdeyê yênAKP’ê rê li ber wê yekê vebû ku zarok di temenê biçûk de bizewicin û perwerdeya bi qedeme jî rê li ber zêdebûna bûkên zarok vekir. Li gorî tabloya di vî warî de ji aliyê komeleya lêkolîn û mafê jinan a bi navê Uçan Supurge (Gêzika Firek) bûkên zarok zêde bûne. Li gorî lêkolînek rojnameya Îngilîz The Guardian û şîrketeke din a Îngilîz li seranserê cîhanê 18 milyon zarokên keç hatine zewicandin. Ev rêje li Tirkiyeyê navbera 14 û 18 salî de ne. Welatê di vê warî de Gurcîstan e û ev rêje li vî welatî ji sedî 17ye. Tirkiye hema piştî Gurcîstanê tê. Li gorî lêkolînan li Tirkiyeyê ji her 100 jinên dizewicin 25-30 zarok in.
Li gorî îstatîstîkên Uçan Supurge yên sala 2012, tabloya jinên di temenê zarok de dizewicin wiha ye.
5 Çile
-Li navçeya Bolû ya Mudurncu zaroka binavê Z.Ç. ya 11 salî, ji kesê bi navê E.D. yê 25 salî ducanî ye û bi mohra melayan zewicîne.-
-Li Meletiyê keçika 14 salî ya ku bi mohra olî hatibû zewicandin, ji ber zextan li Saziya Stargeha Zarokan bicih bû.
9 Çile
-Li navçeya Nîzîpa Dîlokê aşkere bû ku zarokek keç a ku nasnameyek 16 salî bi kar anî û zarok anî dinê , 12 salî ye.
-Parlementer Aylin Nazliaka ku li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist, da zanîn ku ji her sê jinan yek di temenê zarokatiyê de dizewicin.
19 Çile
-Li Dîlokê jina 13 salî ku ne bi mohra fermî zewicîbû, ji ber zextên hevserê xwe reviya malbavê û piştî ku zarok nexweş bû aşker bû.
6 Sibat
-Li Edeneyê doz li malbata ku tê diyarkirin zarokek 13 salî bi zarokek kur ê 16 salî re zewicandine hate vekirin.
8 Adar
-Komeleya Uçan Supurge ji bo guherandina qanûna Medenî, 50 hezar îmze berhev kir û pêşkêşê Serokê Giştî yê Meclîsê Cemîl Çîkek kir.
14 Adar
-Li Sakaryayê zaroka keç a bi ku pismamê xwe re hate zewicandin, ji aliyê malbat û hevserê xwe hate îşkencekirin, serî li dozgeriyê da.
3 Gulan
-Li Tokatê aşkere bû ku zaroka 12 salî beriya 8 mehan bi kesek 26 salî re zewiciye û ev 3,5 meh in ducanî ye.
6 Tîrmeh
Li gorî rapora rojane ya Komeleya Jinan a Wanê, li bajêr ji her du jinên dizewicin yek zarok e.
18 Tîrmeh
-Li Stenbolê kesê bi navê Zulfukar B. yê 31 salî hevsera xwe ya 19 salî ya bi navê Mahmure Karakule ji 47 cihan da ber kêran û ew kuşt.
20 Tîrmeh
-Melek Karaaslan a ku di 16 saliya xwe de zewicî û li rastî îşkencyeên dijwar û ducanî bû piştre ji ber pirsgirêkên di malbatê de di tuwatelê de hate girêdan mirîhate dîtin.
-Li navçeya Sariz a Qeyseriyê zaroka 15 salî bi Tolga B. yê ku ew revand re hate zewicandin. Heta niha cendirmeyan mudaxeleyê vê rewşê nekiriye.
-Li gorî lêkolîna Navenda Jinan a Binefş a Colemêrgê li gundan herî zêde ji ber hewî, zewaca zû û zewicandina zarokên keç, keçikan zêde naşînin dibistanan
1 Tebax
-Li Îzmîrê zaroka bi navê G.O. ya 13 salî gava nexweş bû li nexweşxaneyê aşkere bû ku ducanî ye.
9 Tebax
-Li Bazîda Agiriyê Z.O. ya ku heşt meh bû ducanî bû tevî zaroka xwe mir.
17 Tebax
-Li Edeneyê zaroka bi navê Zeynep A. Ku bi darê zorê û mohra olî hate zewicandin, xwe avêt ber trenê û jiyana xwe ji dest da.
29 Tebax
-Li Endeyê B.B. ya 14 salî ku bi zilameke 20 sal ji xwe mezintir re hate zewicandin, piştî ku aşkere bû ducanî ye, gilî kir û cendirmeyan ew rizgar kir.
18 Îlon
-Li Bursayê A. D. ya 14 salî ku hate zewicandin, serî li dadgehê da û piştre hevserê wê kete girtîgehê.
15 Cotmeh
-Li Rihayê zaroka 13 salî ku bi xizmek xwe yê 28 salî re hate zewicandin, ji aliyê cendirmeyanve hate rizgarkirin.
17 Cotmeh
-Li gorî lêkolîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, her sal 3 milyon zarokên keç ên di navbera 15-19 salî d di şert û mercên dijwar de zarokan tînin.
19 Cotmeh
-Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken ji Medlîsê xwest ku li ser zewacên di temenê zarokatiyê de lêkolîn bike.
4 Mijdar
-Li Dîlokê kesê binavê Ferîdun K. Hevsera xweya bi navê Bahar K ya 17 salî da ber kêran û kuşt. Zaroek wan ê yek salî heye.
9 Mijdar
-Hemû partiyên di Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê de ji bo pêşîlêgirtina zewacên di temenê zarokatiyê deli hev kirin.
13 Mijdar
-Li Adapazarê, Emîn Y. ku di 15 saliya xwe de bi kesek 22 salî re zewicîbû aliyê hevserê xwe bi kêran hate kuştin.
25 Mijdar
-Li Stenbolê zaroka 14 salî ku bi rêyên olî bi kesek 17 salî re zewicîbû, li nexweşxaneyê za. Bavê zarokê doz li dapîra xwe vekir.
11 Berfanbar
-Li Semsûrê jina bi navê Helîn I. ya 17 salî piştî ku bi hevserê xwe re nîqaş kir, xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî.
-Li Mêrdînê, kesek agahî da rojnameyeke herêmî û da zanîn ku Samîme yaji Sûriyeyê hatiye bi berdêla 10 hezar TL dane zewicandin.