20’emîn Xelatên Huseyin Çelebî gihiştin xwediyên xwe

20’emîn Xelatên Huseyin Çelebî gihiştin xwediyên xwe

20’emîn merasima Xelata Huseyin Çelebî ku yek ji kevintirîn çalakiyên çandî ya Kurdan e, li bajarê Bochumê hate lidarxistin. Çalakiya îsa diyarî girtiyên di greva birçîbûnê de kirin. Di şevbêrka xelatdayinê de 18 berhem hêjayê xelatê hatin dîtin. Nûçegihanê ANFê yê girtî Îsmaîl Yildiz jî bi çîroka “Zeryazer” hêjayê xelata taybet a juriyê hate dîtin.

Pêşbaziya helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî ya ji aliyê Yekitiya Xwedekarên Kurdistanê (YXK) ve li Ewropayê tê lidarxistin yek ji çalakiyên wêjeyî yên herî dirêj ên Kurdan e. Ev pêşbazî her sal li bajarên cûda yên Ewropayê tê lidarxistin. Navnîşanan îsal jî Zanîngeha Ruhr a Bochumê bû. Di pêşbaziyê de gelek nivîskar û siyasetmedar amade bûn.

20’emîn Pêşbaziya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî diyarî girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de hate kirin. weke her sal, îsal jî gelek berhem ji girtîgehê tevlî çalakiyê bûn.

PIRANIYA XELATAN JI GIRTIYAN RE ÇÛN

Ji 550 berhemên çîrok û helbest ên bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî yên Kurdî û Tirkî 18 berhem hêjayê xelatê hatin dîtin. Ji ber ku piraniya kesên xelat girtin di girtîgehan de ne, beşdarên merasima xelatdayinê hestyar bûn. Ji beşa çîrokên Kurdî girtî Kenan Altun wergirtin û li ser navê wî dayika wî Melek Altun wergirt. Sînevîzyona li ser jiyana Huseyîn Çelebî hate nîşandan û bavê wî Rifat Çelekî li ser jiyana kurê xwe axaftin kir û diyar kir ku ev 20 sal in bi navê kurê wî çalakiyeke wiha tê lidarxistin û da zanîn ku ew bi vê yekê serbilind e.

Piştre Serokê KON-KURDê Îsmet Kem li ser navê Otobusa Ji Ocalan re Azadî ya ku du meh in li bajarên Ewropayê digere axaftinek kir û diyar kir ku niyeta çareseriyê ya hukûmeta Tirk tune ye. Kem bang li hemû gelê Kurd kir ku li hemberî polîtîkayên AKPê rabin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

NÛÇEGIHANÊ ANFÊ YILDIZ HÊJAYÊ XELATÊ HAT DÎTIN

Piştî axaftinan merasima xelatdayinê dest pê kir. Ji ber piraniya xwediyên xelatan di girtîgehan de bûn, malbat û hevalên wan li ser navê wan xelat wergirtin. Piştî xelatdayinê Grup Bajar, Gru Lilith û Comert derketin ser dikê.

Nûçegihanê ANFê Îsmaîl Yildiz ê ku niha jî di girtîgehê de di beşa Kurmancî de bi çîroka “Zeryazer” xelata taybet a juriyê wergirt.

Xelata Taybet a Juriyê: Zeryazer - Rawîn Stêrk, Malikên Mirî - Metîn Toprak

Helbestên Kurdî (Helbestên Kurmancî) :

1. Kelema Jana Dilê Mişextî - Îlyas Yucel,

2. Dilê Min - Besîme Konca,

3. a) Hêvî Jiyan - Zana Yatkin, b) Ev Çîrok Nabe Helbest - Yahya Yavuz

Çirokên Kurmancî :

1. Du Kulîlkên Zivistanê - Kenan Altûn

2. Qerisandina Nêrinên Keskeşîn - Vahdettîn Yalçiner

3. Axîn - Îrfan Yildiz

Helbestên Zazaki (Kirmançkî):

1.Wusene gestemerde -- Ez kam a? – Îlhami Sertkaya

2. Sinerra Lorin / Sirrê Waxtî - Cengiz Sinan, Halis Çelik

3. Sehideli Re Name - Sinan Sütpak

Çîrokên Zazakî (Kirmançkî):

1. Merdise Bin Tuyare - Fehmî Koç

2. Miterhe, Palute - Sinan Sutpak

3. Hefs û Ko ra Giredayiso - Meral Çetin, Gunay Mazerre

Helbestên Tirkî :

1. Mektup şiiriyle - Îlhami Ozer,

2. a) Nehirler Sürsün ve Ölümün Eksik Yüzleri şiirleriyle - Rezzak Gülmez,b) Aykırı Kelimeler ve Kâðıttan Gemiler şiirleriyle - Hilmi Nar

3. Gül ve Yıldız şiiri ile Ýsmail Biçen

Çîrokên Tirkî:

1. Ninemin Mavi Gözleri - Veysel Avcı

2. Benim Adım Xanim - Emine Yılmaz

3. Mavi Kimlik - Cesur Demircan