Qeymeqamê berê yê Karazê Muhamed Gurbuz ku bi îdîaya li dixtor jin ya binavê Bihar Tekîn ya li Navenda Tenduristiyê ya Navçeya Karaz ya Amedê erkdare daye, di derbarê Qeymeqam Gurbuz de doza ceza û tezmînatê lê hatibû vekirin, ji sûcê “birîndarkirina bizanabûn” 2 hezar TL cezayê pere lê hate birîn. Ceza hate taloqkirin, parêzerê Dr. Tekîn, Ugûr Kaşhan got, doza tezmînatê ya 25 hezar tl ya vekirine hêjan didome.
Qeymeqam Muhamed Gurbuz ku di 24’ê Nîsana 2011’an bi îdîaya li Dr. Bihar Tekîn ya li Navenda Tenduristiyê ya navçeya Karazê erkdare daye, li 6’mîn Dadgeha Cezayê Sulhê bidaxwaza cezayê 3 salan yê girtîgehê doz lê hatibû vekirin. têkildarî dozê îro biryar derket.
Di rûniştina îro ya Gurbuz ku niha jî Qeymeqamê Milazgirt yê Mûşê ye û dixtor Tekîn beşdar nebûn de, parêzerê Tekînê Ugûr Kaşhan ji ber di dozê de qasî têrê bike şahid dane guhdar kirin û ji îfadeyên şahidan hatiye fêmkirin ku Qeymeqam Gurbuz li muwekîla wî xistine, xwest di sînorê jor de bê ceza kirin.
Dadgehê jî ji ber sûcê ‘birîndarkirina bizanabûn’ ya bersûc Gurbuz, biryara cezayê pereyê edlî yê 120 roja da. Dadgehê ji cezayê Gurbuz 1/6 anî xwar û 2 hezar lîra ceza lê birî, her wiha cezayê lê birî 5 salan taloq kir. Li aliyê din jî dadgehê biryar da ku, lêçûnên darezandinê û pereyên parêzer jî ji Qeymeqam Muhammed Gurbuz bêne standin.
Parêzerê Dr. Bihar Tekîn, Ugur Kaşhan da diyarkirin ku, beriya vê Walîtiyê destûr nedabû di derbarê Qeymeqam Muhamed Gurbuz de lêpirsîn were vekirin, lê bibiryara Dadgeha Îdarî doza ceza hate vekirin û îro ev doz bi dawî bû.
Parêzer Kaşhan got, doza tezmînatê ya di derbarê Qeymeqam de vekirine jî li 3’mîn Dadgeha Hiqûqê ya Sulhê didome. Kaşhan aşkera kir ku, piştî bidawî bûna doza ceza û doza pereyê edlî ya 25 hezar tl vekirine jî dê heman be.
Dr. Bihar Tekîn ku li navçeya Karazê erkdar bû, 24’ê Nîsana 2011’an bi îdîaya ku neçûye mala bavê Midûrê Karê Nivîsan yê Qeymeqamtiyê Nacî Akdamar yê nexweş, îdîakiribû ku ji aliyê Qeymeqam Muhamed Gurbuz ve daye ber sîle û pênan.
Qeymeqam Gurbuz jî îdîakiribû ku, wî li dixtorê nexistiye, dixtorê dema ew dîtiye ketiye erdê. Wezareta Tenduristî û Wezareta Navxweyî jî ji bo lêkolînkirina bûyerê mufetîş erkdar kiribûn. Dixtor Bihar Tekînê ji nexweşxaneyê rapora 10 rojan ya nikare kar bike girtibû. Piştî bûyerê Dr. Bihar Tekîn li Amedê peywirdare, Qeymeqam Muhamed Gurbuz jî li navçeya Milazgirt ya Mûşê.