14. Festîvala Jinê ya Zîlan wê li Dortmundê pêk were

14. Festîvala Jinê ya Zîlan, îsal bi dirûşma "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" wê li bajarê Dortmundê pêk were.

Festîvala Jinê ya Zîlan ku her sal tê lidarxistin, îsal cara 14'an pêk tê. Festîval wê 23'ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin. Festîvala ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ve tê organîzekirin, bi dirûşma "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" wê were lidarxistin.

Komîteya amadekar li ser festîvalê li hev civiya. Yek ji mijarên sereke yên festîvala îsal wê xwedîderketina li berxwedana serdemê ya li Efrînê û geşkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker be.

DI ÇARÇOVEYA JINEOLOJIYÊ DE WÊ PIRSGIRÊKÊN JINAN BÊN NIRXANDIN

Li Festîvala 14'an Zîlan, ku jinên ji nasname, bawerî û zimanên Kurdan lê bicivin, wê nûnerên TJK-E, Kongreya Star, rêxistinên jinan ên femînîst, nûnera Die Linke ya NRW û nûnerên yekîtiya Antifa VVN peyaman bidin. Jinên beşdar wê di panelan de pirsgirêkên jinan û rêyên çareseriyê di çarçoveya Jineolojiyê de binirxînin.

Ji bo zarokan jî amadekarî hatiye kirin. Bi vê armancê li parka zarokan a li festîvalê wê lîstikên cuda hebin.

Bernameya çand û hunerê ya festîvalê têra xwe heye. Koma Dengê Xwezayê, Jala, Sena Dersîmî, Sulbus û Tarî, Koma Jinên TEV-ÇAND'ê, koma dansê ya jinan a Hîndîstanê, koma jinên Elman a Duo Wabohu, dengbêja Ermenî Yekşa û hunermendên surprîz wê derkevin ser dikê.

PARASTINA ŞOREŞA JINÊ PARASTINA AZADIYÊ YE

Ji komîteya amadekar Inovve Heine (endama CENÎ) li ser wate û girîngiya festîvalê got, "Zîldan di nava tevgera azadiyê ya jinê de her tim bûye nîşaneya berxwedan û têkoşînê. Zîlan xeta xwe ya berxwedanê û xeta berxwedana jinê ya gerdûnî gihand hev.

Jin û dostên Kurd îsal hê bi xurtî di festîvalê de li hev dicivin. Ji ber ku parastina şoreşa jinê parastina azadiyê ye. Em ê festîvala îsal bi vê coş û wateyê pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li jinan dikin ku 23'ê Hezîranê li Dortmundê bin."