10 salan herî kêm 7 hezar û 727 jin hatin kuştin

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ragihand ku di nava deh salên dawî de herî kêm 2 hezar û 727 jin kuştin.

TÎHV ji bo balê bikişîne ser girîngiya Peymana Stenbolê ya ku bi destê hikumeta Tirk hate betalkirin, înfografîkek amade kir.

Ev xebata TÎHV'ê bi sernavê "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Peyman ji bo me di meriyetê de ye, bi cih bîne" hate weşandin.

Li gorî vê yekê li Tirkiyeyê di nava 10 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 727 jin di encama tundiya zayendî de hatin kuştin.

Tenê sala 2020'î 185 jin ji aliyê hevser, hevserê xwe yê berê, hevalê xwe, dergistiyê xwe ve hate qetilkirin.

Heman salê destdirêjî li 265 zarokan, destavêtin li 96 jinan hate kirin, 818 jin neçar hatin hiştin ku karkeriya seksê bikin, 284 jin hatin kuştin û 255 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî TÎHV'ê ji 10 jinan 5 jin di encama tundiya nava malbatê de jiyana xwe ji dest dan, ji her pênc jinan jinek jî ji ber ku xwest cihê bibe hate kuştin.

Di çar mehên destpêkê yên sala 2021'ê de 108 jin hatin qetilkirin, 74 jin jî bi gumanbarî mirin.

Li gorî heman karî di nava 10 mehên dawî de têkildarî çalakiyên ji bo Peymana Stenbolê êşkence û kiryarên xerab li 75 kesan hate kirin, bi êşkenceyê hatin destgîrkirin, 4 kes bi destwerdana polîsan birîndar bûn, destwerdan li 8 çalakiyan hate kirin û 2 çalakî jî hatin astengkirin.