YSK’ê serlêdanên ji bo Şirnex û Çewlîgê red kir
YSK’ê ji bo 6 bajar û 10 navçeyan biryara xwe da. Serlêdanên Şirnex û Çewlîgê jî hatin redkirin.
YSK’ê ji bo 6 bajar û 10 navçeyan biryara xwe da. Serlêdanên Şirnex û Çewlîgê jî hatin redkirin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) daxwaza AKP'ê ya jinûve jimartina dengan li navenda Semsûr û navçeya Emet a Kutahyayê, daxwaza MHP'ê ya jinûve jimartina dengan a li navçeya navendî Amasyayê, daxwaza CHP'ê ya ji nû ve jimartina dengan li Yerkoy a Yozgatp, Sariçam a Edeneyê, Kizikcahamê ya Enqereyê û li navenda Kirklareliyê red kir.
Daxwaza betalkirina navenda Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya ku îradeya hilbijêran bi hezaran leşker û polîsên hatin desteserkirin, hat redkirin. YSK'ê daxwazên DEM Partiyê yên ji bo betalkirina hilbijartinê li navçeya Norşîn a Bedlîsê û daxwaza jimartina dengan a li Çewligê red kir.
YSK’ê, serlêdana Partiya Refahê ya ji bo betalkirina hilbijartina navçeya Sêwereg a Rihayê, daxwaza jinûve jimartina dengan li Oguzelî ya Dîlokê, Partiya Buyuk Bîrlîkê ji bo jinûve jimartina dengan li Gerede ya Bolûyê, Îspir Erziromê û Kozan a Edeneyê jî daxwaza betalkirina mazbatayê red kir.
Her wiha îtîraza Partiya Vatanê ya li dijî biryara bi hincet a YSK'ê ya ji bo Wanê û dayîna belgeya hilbijartinê ya namzetê DEM Partiyê jî hat redkirin.