Berlînê Moskowayê bi 'êrîşa sîber' sûcdar kir: Wê encamên wê hebin!

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê, ji ber êrîşa sîber ku di sala 2023'yan de endamên Partiya Sosyal Demokrat a Elman hedef girt, servîsên îstîxbaratê yên Rûsyayê bi awayek eşkere sûcdar kir.

Hikûmeta Berlînê, korsanên komputer ên ku ji aliyê Rûsyayê ve tên destekkirin bi êrîşên sîber ên ‘nayê qebûlkirin’ li dijî endamên Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê sûcdar kir û hişyarî da ku ev yek wê bê encam nemîne. 

Wezîra Karên Derve ya Elmanya Annalena Baerbock li Awustraliyayê di civîneke rojnamevanî de got, “Îro em dikarin bi awayekî vekirî bibêjin ku ev êrîşa sîber bi koma bi navê APT28 ve girêbidin, ku ji hêla servîsên îstîxbarata Rûsyayê ve tê rêvebirin."

Baerbock got, "Bi gotineke din, ev yek êrîşeke sîber a bi desteka Rûsyayê li dijî Elmanyayê bû û teqez nayê qebûlkirin" û hişyarî da ku wê 'encamên vê hebin.’