Qirkirina jinê: 2 jinên din hatin qetilkirin

Li navçeya Sîncan a Enqereyê û li navçeya Kepez a Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin, yek jî birîndar bû.

Tirkiye di mijara tundiya li dijî jinê de di nava welatên OECD de di rêzên destpêkê de ye. Li Tirkiyeyê di dema desthilatdariya AKP'ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin. Her roj jin têne qetilkirin.

Vê carê li navçeya Sîncan a Enqereyê û navçeya Kepez a Antalyayê jin hatin qetilkirin.

Li navçeya Sîncanê mêrekî bi navê S.K. li kolanê bi kêrê êrîş bir ser Edanûr K. (28) ku pê re nîqaş dikir. Jin a ciwan ku ji gelek cihên bedena xwe birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nûr G. a ku hewl dida pêşî li êrîşê bigire birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Êrîşkar S.K. ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Li navçeya Kepez a Antalyayê li qatê jêrîn ê avahiyeke ji çar qatan di şeva 2'ê Gulanê de saet 23:00 Ashfaq Ahmad Qureshî (59) a Pakistanî ji aliyê kesên nediyar ve hate qetilkirin. Kurê jinikê A.A. ku piştî kuştinê îfadeya wî ya devkî hate wergirtin, hate binçavkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.