Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Malbatên girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 37 meh in tecrîdkirî ne, mîna her hefteyê vê hefteyê jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi heman daxwazê serlêdana hevdîtinê kirin.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye birîn. Bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayin, carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.