Li Geverê operasyona leşkerî di roja 7'an de ye
Li zozanên gundê Tiloran ê navçeya Gever a Colemêrgê, operasyona ku artêşa Tirk da destpêkirin di roja 7'an de ye.
Li zozanên gundê Tiloran ê navçeya Gever a Colemêrgê, operasyona ku artêşa Tirk da destpêkirin di roja 7'an de ye.
Operasyona leşkerî li bejahiya gundê Tiloranê di 27'ê Nîsanê de destpê kir.
Operasyon lil zozanên Warê Conî, Berê Sor, Horê û Çiyayê Sipêrêzê belav bû.
Derdora gundê Tiloranê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, ketin û derketina ji gund tê kontrolkirin.
Her wiha balafirên bêmirov ên bombebarkirî jî li ser herêmê digerin.