UNESCO’yê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê da rojnamegerên Filistînî

UNESCO'yê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê da hemû rojnamegerên Filistînî yên ku ev 6 meh in rewşa Xezeya ku ji ber şerî wêran bûye, dişopînin.

Serokê Jûriya Kedkarên Medyayê yê Navneteweyî Maûrîcîo Weîbelî ev yek anîn ziman: ‘’Di vê pêvajoyê de ku tarîtî û alozî serdest in, em dixwazin peyameke xurt a piştevanî û pîrozkirinê bidin rojnamegerên Filistînî ku tevî şert mercên xirab jî krîza li Filistînê dişopînin.’’ 

Her wiha Weîbelî ev yek jî anîn ziman: ‘’Mirovahî ji ber wêrektî û dilsoziya wan a ji azadiya ragihandinê re minetdarê wan rojnamegeran e.’’ 

Dîrektorê Giştî yê UNESCO’yê Aûdrey Azoûlayî jî bal kişand ser girîngiya seferberiya kolektîf a rojnamegeran a ji bo ku li her derê erk û berpirsiyariyên xwe yên agahiyên sereke û lêkolînê bi cih bînin.’’ 

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, ji 7’ê Cotmehê heya niha ku ev yek destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ye 92 jê Filistînî herî kêm 97 rojnameger û kedkarên medyayê hatine kuştin û 16 jî birîndar bûne.