BI DÎMEN

Qeyûma xespkar reviya û koliyên alîkariyê jî bi xwe re bir!

Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê piştî encambûna hilbijartinên 31’ê adarê, dest bi valakirina embara xûrekan kir û hat zanîn ku hatine revandin teslîmî şaredariyên AKP’î hatine kirin.

Piştî encambûna hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ket, qeyûmê tayinkirî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê dest bi valakirina embarên xurekan kir. 

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Piştî vê yekê qeyûmê tayînkirî embara xurekan a Şaredariya Bajarên Mezin a Mêrdînê ku li navçeya Artukluyê di embaran de tê girtin, vala dike. Hat dîtin ku TIR’a nêzî embarê dibe bi xurekan tê tijekirin.

Hat zanîn ku koliyên xurekan ên alîkariyê yên li TIR'ê hatine barkirin, ber bi Şaredarîya Stewrê ya bi hilbijêrên veguhestî hatiye xespkirin ve birin. Herwiha hat gotin ku alavên şaredariyê ji şaredariyên din re jî hatine şandin.