BI DÎMEN

Qers wê li dijî fenên AKP-MHP'ê bi ser bikeve

Tifaqa AKP-MHP'ê ku li Qersê li dijî DEM Partiyê bi yek namzetî tevlî hilbijartinê dibe, ne tenê hilbijêrên ne ji Qersê li herêmê bi cih dike, her wiha tetbîqata zivistanê derbasî biharê kir û wezîfe da kontrayan, wê li bin guhê îradeya gel bikeve.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Qersê Kenan Karahanci û Arzû Savaş Derman diyar kirin ku Qers wê bersiva pêwîst bide desthilatdariya AKP-MHP'ê û bang li hilbijêrên li derveyî bajêr kirin ku dengê xwe bi kar bînin.

Qers ku gel bi sedan sal in bi hev re dijîn, di nava xizanî û bêkariyê de hatiye hiştin. Karên çandinî û sewalkariyê li ber tinebûnê ye. Li bajêr tenê ji bo du saetan av tê dayin. Li bajêr narkotîk û fûhûş tê teşwîqkirin, hilbijartinên xwecihî jî bi fen û lîstikên desthilatdariyê pêk tên. AKP û MHP ku li Qers û Îdirê bi yek namzetî tevlî hilbijartinê dibin, 4 hezar 'hilbijêr' li herêmê bi cih kirin. Tetbîqata leşkerî ya ku her sal bi rûtînî di 10'ê Sibatê de dihate kirin, îsal ji bo 30'ê Adara 2024'an hate plankirin. Bi vî rengî leşkerên tevlî tetbîqatê bibin wê bi navê 'wezîfedarkirinê' li Qersê dengê xwe bi kar bînin.

Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Qersê Kenan Karahanci li Qersê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Biyolojî xwend. Karahanci ku mamostetiyê dike, ji bo mafên kedkarên perwerdeyê karê sendîkayê kir. Di hilbijartinên 2015'an de namzetê parlamenteriyê bû. Yek ji wan kesan e ku pirsgirêkên Qersê baş zane.

Karahanci anî ziman ku AKP du serdem in li Qersê namzet nîşan nade, piştgiriyê dide namzetê MHP'ê û got, "Meseleya esasî ew e ku li Qersê serî li fenên nû didin. Dixwazin sîstemeke nû ya qeyûm ava bikin. Ji bo dengê xwe bi kar bînin 4 hezar kesên ku li Qersê nînin, li Qersê namînin anîn Qersê. Ev yek jî tê wateya sîstemek nû ya qeyûm. Divê gelê me, mirovên me li hemberî vê yekê hişyar bin. Banga me li şêniyên Qersê yên ji ber sedemên aboriyê çûne derveyî bajêr ew e ku bên û dengê xwe bi kar bînin."

KARÊ DESTPÊKÊ WÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA AVÊ BE

Karahanci anî ziman ku li Qersê rojê du saetan jî ava vexwarinê nîne, di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'ê de hîn jî li ser pirsgirêka avê diaxivin û got, "Qers ji aliyê cografî ve cihekî welê ye ku ava xwe zêde ye, lê mixabin li bajêr av nîne. Ji sedî 30 ê ava Qersê belasebep diherike, ji ber ku binesaziya xwe nîne. Lewma armanca me ya destpêkê wê çareserkirina pirsgirêka avê be."

'QERS BILA 5 SALÊN DIN WINDA NEKE'

Karahanci got, "Qers nikare xwe li windakirina 5 salên din rabigire" û wiha dewam kir, "Dixwazim her kes zanibe ku em ê ji bo xizmetê bi rengekî wekhev nêzî her kesî bibin. Bi taybetî bang li xelkê Qersê yê li derveyî bajêr dikim; bila bên Qersê û dengê xwe bidin. Lêçûna çûn û hatinê ya mirovên li derveyî Qersê em ê bidin, em hîleyan têk bibin."

'BI ZANEBÛN XISTIN VÎ HALÎ'

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Qersê Arzû Savaş Derman jî di sala 1976'an de li Dîgorê ji dayik bû. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwend. Di sala 2004'an de bi rengekî çalak tevlî siyasetê bû. Di nava DBP'ê de wezîfe pêk anî. Derman di heman demê de bi helbestvanî û nivîskariya xwe jî tê naskirin.

Arzû Savaş Derman bal kişand ser xisarên ku sîstemê bi zanebûn li bajêr kiriye û anî ziman ku wê bi taybetî saziyên jinan hemûyan jinûve ava bikin. Derman diyar kir ku pirsgirêkên av, rê û paqijiyê li benda çareseriyê ne û destnîşan kir ku weke karê destpêkê wê van pirsgirêkan çareser bikin.

Derman ragihand ku hîleyên bi salan têne kirin wê dewam bikin, haya wan ji vê yekê heye û got, "Lê belê çi dikin bila bikin wê xelkê Qersê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em di wê baweriyê de ne ku Terekeme, Azerî, Kurd, Tirk her kes wê dengê xwe bidin me."

AVCI: JI CIHÊ MAYÎ EM Ê DEWAM BIKIN

Namzeta Hevşaredariya Bazarcixê Husnu Avci jî got, "Di sala 1964'an de ji dayik bûm. Di sala 1994'an de ji ber sedemên siyasî hatim girtin. Di sala 2009'an de li Dagpinarê bûm endama meclîsa şaredariyê. Di sala 2011'an de min wezîfeya wekîltiya şaredar kir. Di sala 2024'an de ji bo hevşaredariyê namzet im. Pirsgirêkên Dagpinarê gelekî mezin in. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Şaredariya AKP'yî ti pirsgirêk çareser nekir. Li tevahiya Dagpinarê rê xerabe ne. Di sala 2009'an de me di dema xwe de ev pirsgirêk çareser kiribû. Em ê di hilbijartinên 2024'an de bi ser bikevin û xizmeta xwe ya ji bo gelê xwe dewam bikin."